XEYALA MİN

Çêbû sîh û pênç sal
Emrê min pêncî û şeş
Dema ez zarok û şîmze
Hebû xeyalek min

Nîvîskar û hozan bûm
Ez mirovekî Kurd bûm
Jîyan heps û surgun bû
Xeyala min mezin bû

Helbestên min heja bûn
Ji min re mal û milk bûn
Wê kengî bibin malê gel
Ev ji min re xeyal bû

Çend ahlê min jî hebûn
Gelekî dilovan bûn
Li gundê min civîn bû
Xeyala min bi cî hbû

Xwarz û hevçeng kur xal bûn
Hemû tev ciwanmêr bûn
Alîkarî dane min
Xeyala min pêk hatibû

About The Author