KEÇELTÎ AN QÛNEKTÎ !

Xalê Sidîq bi  temenê  xwe nêzî 70 salî ye, mirovekî gelek miqelîde henekvan e. Bejin kinik şîşman e, serê wî rût  keçel e. Rojekê hat ba me silav li  me kir, çavê wî bi notirvanê (bekçî) fabrîqê Xelîl ket (Serê Xelîl jî wek neynik dibiriqe); bi  lez çû ba Xelîl,  di guhê wî de tiştek got û hat.

       Xelîl qirqilî reng lê çû, soro moro bû. Yekî got “ Xelîl beg çi bû? Tu çima aciz bûyî geloş? “ Xelîl got “  Tiştek tune .“ Lê rewşa Xelîl qe wilo nedigot, bi hêrs bû. Xalê Sidîq bi me re  suhbet kir, çay vexwar û xatir xwest çû.

       Me gazî Xelîl kir hela çi bûye çi qewimîye ku hêrs bû. Xelîl hat, bêhn lê çikyaye, fişe fişa Xelîl e, got “  Ji bo xwedê ev Sidîq dîn e an xirifîye gelo! Qe ji temenê xwe jî fedî nake ! Hatîye ji min re dibê “Bira bila mirov  qûnek be lê ne keçel be, qûnekî tê veşartin lê keçeltî nayê veşartin ne wilo “ Lêbûm min lêxista, ji bo xatirê we min xwe girt “

Me ber dilê Xelîl da, aram bû, werhasil.

   Bi sê telaqê bêfitû,   hemû dinya  di derbarê Kurdan de “ qûnektîya” dewletên dagirker zane  lê vedişêrin. Wê ew roj were dewletên dagirker bê derpê bimînin  û hemû cîhan qûna wan  bibîne çito qûnek in. Ewil dora Surîye, paşê di rêzê de Îran û Virko heye, dem dema tillîlî ya Kurda ne, we got çi cîgerim !…

About The Author