Pêkenoka Muxtarê Keran

Camêrekî ji muxtarê keran pirsî: „Hûn ker herî pir ji çi ditirsinş“

Muxtarê Keran: „Ji Tirkan.“

Camêr: „Çima?“

Muxtarê Keran: „Dixwazin me jî asîmîle bikin.“

Camêr: „Çawa?“

Muxtarê Keran: „Ji me re dibêjin heke hinekan ji we re got hûn çi ne, hûn ê bibêjin em kûçik in, an na em ê we bixesînin!“

Camêr: „Wê çaxê ji niha şûn de hûn ê bireyên.“

Muxtarê Keran: „Na. Min ji wan re got, hûn a rast bixwazin ji me ji kûçikan ê nêzîkî we em in. Ya din jî di zimanê Tirkî de nabe peyvek bi tîpa „h“yê dest pê bike, ev qeydeyek rêzimanî ye û dema kûçik direyên, dibêjin „Hawhaw! Hawhaw!…“ Lewma jî hûn bi ya min dikin ji xwe em û hûn wek hev in û em birayên hev in. Herin kûçikan asîmîle bikin…“

Camêr: „Encam?“

Muxtarê Keran: „Me li hev kir. Wê dest me nedin, lê bila di navbera me de be, wê gû ji kûçikan bikşînin heta wan fêrî zirezirê bikin.“

About The Author