VATINÎYÊN MÎNERAL Û VÎTAMÎNAN -2

Fluor (Fl)

Tendurustbûna hestîyan pêk tîne. Pêşîya helîyan/mehîyan, şîkestin, kurmîbûn/pûçbûna hestîyan û dranan  digire. Heke zêde bê standin, wê bîbe sedemê peydabûna qatarqana çavan, şikestina nenûkan, lewazbûna hestîyan û pûçbûna diranan. Pêtirîn di şorbeyên ava hestîyan û çayê de peyda dibe. Lewre dema ew herdu xurik zêde bên standin,  wê bibin sedemê bê wext  pûçbûna dranan.

Di 100 gram  hinek cûreyên xidayen de madarê Fluor weha ye:

 Di ava hestîyan de 8500 mîlîgram, di gurçikan de 850 mg, di kezeb / mêlak / cergêreş de 150 mg, di nîvişk de  150 mg, di penîr de 150 mg, di goştê çêlekan de 120 mg, di qeysî/ mişmiş de 80 mg e.

Fosfor (P)

Fosfor ji bo hemû mîneralên hucreyan, avasazîyên hestî û dranan, fonksîyonên gurçikan, tekuz xebitîna dil, bi kêrhatî ye. Bêyî kalsîyûm û vîtamîn D fosfor, bêyî fosforê jî cûreyên vîtamîn B nikarîn karên xwe/ wezîfeyên xwe pêk bînin. Ji bo hêzbûn û hêzkirina rista/sîstema jîy, reh û rîşî bi fayde ye.

Madarê fosforê di 100 gramên hinek cûreyên xidayan de weha ye:

Di heyvanê/havên hişk de 1900 mîlîgiram, di zerika hêkê de 550 mg, di lobîyên hişk de 400 mg, di fîsteqan de 450 mg, di gûzan de 400 mg, di bindeqan de 300 mg, di toza şîr de 680 mg, di nîskê de 400 mg,  di penîrê spî de 200 mg e. 

Îyot (î)

Îyot mînerala bezeyên troît ê dide xebitandin. Xwînê paqîj dike û li pêşîya kalbûna bêwext dibe asteng. Di mijara kîlostandinê de rolek mezin distîne û fonksîyonên zêhnî sererast dike. Bi taybetî piştî 40 salîyê hewceye mirov xwarinên bi îyot zêde bixwe.

Madarê îyotê di 100 gramên hinek xidayan de weha ye:

Di masîyan de 0,1 mîlîgram, di hêkan de 0,1mg,  di şîrê çêlekan de 350 mg.

Kalsîyûm (Ca)

Kalsîyûm di bedena me de  zêdetir di hestîyan de heye. Zêdehîya stres, aspîrîn, rûn û şekîr madarê kalsîyûma di bedenê de kêm dike. Ev mîneral pêşîya mehîyana hestîyan digire û xebitîna dil û pişikê/cergê spî tekûz dike û xebitîna normal a sîstema sînîran pêk tîne.

Madarê kalsîyûmê di 100 gramên hinek xidayan de weha ye:

 Di toza şîr de 950 mîlîgram, di penîrê spî de 390 mg, di sibitê /tere de 210 mg, di bindeqê de 200 mg, di kapeka hûr de 140 mg, di penîrê qeşer de 750 mg, di behîvan de 240 mg, di bexdenozê de 200 mg, di hejîrên hişk de 170 mg, di sîyelê /spanaxê de 80 mg e.

Kobalt (Co)

Kobalt reh û jîyan fireh dike û spazîmên wan ji holê radike. Pêşîya zixta bilind digire, sîstema reh û jîyan rihet dike û ji bo xweşbûna mîgrenê rolekî girîng dileyîze. Li hember bêxwînîyê, tekûzxebitîna mêlak û pankiresê rolekî çalak dileyîze.Dî avasazîya vîtamîna 12B de kobalt heye.

 Di 100 gramên hinek xidayan de madarê kobaltê weha ye.

Di xes/ marol de 100 mîlîgram,  di şêlîm/şalxam de 60 mg, di hejîr de 20 mg, di spanaxê de 60 mg, di hirmî de 18 mg, di karîyê/ pazî de 4o mg e.

Krom (Cr)

Krom ji ber taybetîya xwe ya zêdekirina însûlînê, ji bo nexweşên şekîr mîneralek zêde girîng e. Ji holê rakirina nexweşîyên dil û damaran pêk tîne. Bi awayê xwezayî ji heyvanê hişk, qaşilê fêqî û zerzewatan, ji kapek û ji şaneyên hingiv tê bidestxistin.

About The Author