Nûbihar bi jimara 117an merheba dibêje!

Kovara Nûbiharê di bîstsalîya xwe de bi jimara xwe ya 117an bi naverokeke têr û tije weşiya.

Di vê jimara Nûbiharê de nivîsa Gerînendeyê kovarê Süleyman Çevîk giranî li ser qetlîma Roboskî û li ser ji bin erdê derketina hestiyên wendayiyan e. Çevik di nivîsa xwe de rejîmê rexne dike û dibêje “Ji Zilmê re Bêdengmayin jî Zilm e.”

Rohat Alakom li ser Herêma Serhedê nivîsek têr û tije nivîsiye. Nivîskar nivîsa xwe bi resman ve xemilandiye û li ser Serhedê agahiyên gelek xweş dane.

Osman Tunç û Ali Karadeniz, li ser Seyda Mele Abdullah Varli ku demeke berê wefat kiribû nivîsine û Nevzat Eminoğlu jî bi munasebeta salvegera şehîdbûna Mele Îzzeddîn nivisiye.

Nivîskarê Kurd Seîd Dêreşî nivîseke li ser dîwana Feqiyê Teyran nivisiye. Dêreşî îdîa dike cara yekem ewî dîwana Feqî amade kiriye, kesên li pey wî hatine tevan ji evê xebata wî dizîne.

Sê heb nivîsên li ser edîbên Kurdan balkêş in û hêjayî xwendinê ne: Rûken Çalıştıranê li ser Mestûra Xanima Kurdistanî (Erdelanî), Tekin Çiftçi li ser Osman Sebrî û İslam Geliş jî li ser Mahmut Baksî nivisiye.

Di vê jimara Nûbiharê de du heb hevpeyvîn hene: Yek bi nivîskarê Kurd Helîm Yûsiv re, yek jî bi mamosteya zanîngehê bi Prof. Sibel Arkonaç re ye.

Hatice Mollakendî nivîseke hîssî li ser zelzeleya Erdîş û Wanê nivisîye.

Wekî din Tehsîn Îbrahîm Doskî, Konê Reş, Felat Dilgeş, Bedîuzzeman Seîd Nûrsî, M. Munir Timurtaş, Zahir Ertekin, Hesen Polat, Ziwer İlhan, Mûrad Pola, Rojbîn Ozkan û Bro Omerî bi nivîs û çîrokên xwe di vê jimarê de ne.

Bi helbestên xwe jî Berken Bereh, Mehmet Bozkoyun, M. Ali Aluç, Hasan Hüseyin Çevik, Ömer Faruk Çetinkaplan, Muhammed Karaboğa, Zilkîf Xweşhêvî, Mehmet Ay, Huseyn Şemrexî, Kudbettin Çelik, Sidîq Gorîcan, Azad Rêbiwar, Dilêr Zana, Kelhokî, J. Ahmed Yıldız û Bamed Serdar ev jimar xemilandine.

Nûbihar

B.Reşitpaşa Cad. Yumni İş Mrk. 22/29

Tel: 0212 519 00 09 Vezneciler-İST

nubihar@gmail.com

About The Author