Vegere û li dû xwe nenere

 Ellahwekîl me bêriya Ciwan Haco kiribû lo. Ne bi du çavan, bi çil û çar çavan em li benda wî bûn.

Ciwan ‚VEGER’iya lê bi pîrebokekê re vegeriya. Bi yeke kuftarî re vegeriya.


Wele Ciwan, tu xulam! Ne xeyîde lê; tu çima vegeriya? Here law here.
Ji bo te huner dikir ‚em dil ketin‘  te.
Me ji gelek hunermendan re got ’na na‘..
Em sê caran ‚ketin ser singa … …‘ (ihim ihim, bawer im vir nenivîsim çêtir e.)

Welhasilê kelam, ne ji bo tu tîcaretê dikî me ji te hez kir. Kuro bêhna tirsa jibîrbûnê ji dueta te û Hilya tê bi heft telaqê bêfitar!

Ciwan, birako! Cardin dibêjim nexeyîde lê ‚kal e kal e, weleh bileh kal e‘ Hilya Avşar!
Qurbana ewkê te yê reş! Bi telaq wê te jî, dengê te jî, hunera te jî hetikandiye..
Hema nerm û delal, tu ji ku hatî here wir û cardin lê bi tenê ‚VEGER’e

About The Author