Xwe xax kirin

Tê gotin, dema  ku masî  xira dibe  bîhn û pix dikeve serî û dema ku mirov jî xirabîyê bike bîhn û pix serî û mêjîyê wî li nav hev dixe.

Kurdên me yên bakur ji derdekî azad dibin lê xwe dixin nav derdên din.

Derdên herî giran yê ku kesî nedîtiye.

Dikarim lewra çend mînakan bidim.

Xalanê min (!) Qemer Genç, bi zirKurdîya xwe hê jî sîyasetê dike û rê nade ku xortên xwendevan û zîrek têkevin  parlamenê.

Disa Xalanê  (!) min  Kemal Burkay,  40 sale  di nav sîyaseta  Kurd û Kurdistan ê de ye, bi kefteleftî gelek xizmet daye . Piştî 70 salîya xwe vegerîya welêt û zingilê AKP xistin hustîyê wî. Ew ked û xebata  wî ya 40 salî li wî û li Kurdan hate herimandin.

Mesela suwarîyan  bi xwe vekirîye. Serokê wan yê sererd û binerd girtî ye û li Girava İmralî yê ye.

Kes nahêle û naxwaze ku ew li ser van pirsgirêkan  raweste û tarîya 30 salan  ronak bike. Ji ber ku wan salan li Kurdistanê çi qewimîye û çawa bûye ew baş pê dizane. Marîfet ewe ku li hember wan tawanbarîyan PKK jî arşîva xwe ji xelkê re veke û vê tohmetê ( sîxur-xaîn 1u hwd.) ji ser xwe rake.

Kurdên bakur bûne pêlîstokên AKP û hemû jî bi qirika hevdu digirin.

Gotinên ne baş, tiştên herî xirab ji hev re dibêjin. Hevdu bi tiştên herî gemar, bi tundî tawanbar dikin. Ma wa jî sîyaset e?

Bi vî awayî ne serokatî dibe û ne jî rêzdarî.

Xelkê me bi rastî gelek fêdekar e. Bi keda salan  „bi can,bi dil û bi xwîn“  ji bo felatîya xwe ji xwe re ew serok  pejirandin.

Niha çiye ew bîhn û pixê ku di nav  gotinên we yên rojane derdikevin?

Eynî  wek bûyera  pêhlewanê Erzorumî bûye.

Pêhlewanek  li Erzorumê bi rê dikeve berê xwe dide Xarpetê (Elaziğ) ku pêhlewanîyê bike. Li malek  xanedan  dibe mîvan. Qîzên  hawîrdor derdikevin  ser banî, li bin banî û li pencerê dixwazin wî temaşe bikin û bibînin. Xwedîyê malê  mirovekî çê bûye., gîskekê  kêr dike û xwarinek xweş dide amadekirin. Sînîyek jî şîranî û şûşek  araq jî vedike, dixwin û vedixwin. Heya reşîya şevê kêfê dikin, piştre xwedîyê malê  ji mîvanê xwe re dibêje:

-Rêzdarê min, me xwar û vexwar, ne dema rûniştinê ye. Emê herin sûkê û piçek ji bajêr bigerin. Piştre dema ku xewa me hat emê vegerin û xewa xwe bikin.

-Ser seran, ser çavan ezbenî..

Herdu bi hev re bi rê dikevin. Xwedîyê malê  mîvanê xwe dibe kerxanê û jê re dibêjê:

-Here hundur dilê xwe xweş bike, ezê jî li vanderan piçekî bigerim, heya saetek din emê hevdu bibînin.

Piştî saetek din, pêhlewanê me ji kerxanê derdikeve û ji wê de ber bi wî ve tê. Bes gelek ecêb e ku pêşîya doxina xwe vekirî hişziye û kîrê xwe jî berdaye meydanê,  çawa ku hatiye şidandin wisa dimeşe.

Xwedîyê malê ecêbmayî dipekîne ser:

-Lawo kurê bênamusan, eyb e, şerm e, kîrê xwe têxe hundur..

Pêhlewan bi keserkûr dibersivîne:

-Welle ew ranebû û wî ez li kerxanê rezîl û risva kirim, niha ezê jî wî li sûkên Xarpêtê xax û rezîl bikim..

Îcar ma ev ne wek sîyaseta me ya bakur e, Kurd ji ber lepên AKP xax u rezîl bûne..

aduran@hispeed.ch

About The Author