Oxlim ne „kiro“ ye!

Tirkîtî ji mîkrop û vîrûsa mirîşk û berazan jî xirabtir û dijwartir e. Hema kî nêzîkî Tirkan bibe, hew we dît bi mîkrop û vîrûsa wan ketiye û tew bi xwe jî nahise.

Xuyaye yek ji wan xiyarên ku bi vîrûsa berazan ketiye jî Pascal Nouma ye.

Belkî Paskal ê gurî û keçel ne di bîrewerîya meselê de be. Lê bi zimanê Tirkan diaxive û oxlim heqaretê li Kurdan dike.

Wek hûn zanin, Tirk ji bo ku Kurdan piçûk bikin û wan têxin şûna hov û nezanan, gotina “kiro” layiqî wan dibînin û wan wek hirçên serê çiyan nîşan didin. Cewrikên dêlika Asenayê hirç û hovîtîya xwe xwe ji bîr dikin, navê xwe li Kurdan dikin û wan dikin “kiro” ango; hov, nezan, paşdemayî û dinyanedîtî.

Fûtbolîst Pascal Nouma ê reşik û beşik, di civîna weqfekê de bersiva pirsên peyamnêr dide û dibêje: “Ez hertim dixwazim bibim klas, ez ne “kiro” me. Kiro pir in lê ez ne ji wan kiroya me”.

Oxlim belkî bi nezanî, belkî jî bi zanetî vê gotinê bi kar tîne. Bêyî ku li şikil û  şemalê xwe, li mikûs û dirûvê  xwe binere, wek Tirkan ji derveyî xwe herkesî dike “kiro” û xwelîya heft gundan li serê xwe yê keçel dike.

Ez serê we neêşînim, hay ji mîkrop û vîrûsên Tirkayetîyê hebin  qurban. Heke reşikekî wek Pascal Nouman bi vê vîrûsê ketibe, îcar hesab li cem we bê ev vîrûs çi vîrûsek dijwar û qûnek e…

Stenbol

About The Author