Gurê Manco
Gernas Omerî
Cenewarê xewnên me yê zarokatiyê “Gurê Manco” . Ya xwedayê mezin, me çi ji destê vî gawir bavê “ Gurê Manco” kişand û me çi ne kişand! Ji tirsa vî mîratî re , em nema diwêriyan ku bi şev derkevin rehetxanê , çawa li me dibû sibeh xwedê tenê pê zane. Me ji tirsa vî gawir bavî re nema diwerîbû 100 mîtro ji malê dûr biketana.
Wê bê bîra we jî , dema ku em diketin nav livînan xeyal û lîstikên me dest pê dikirin û çend saetan dewam dikirin. Diya me jî li ser serê me û me dixist xewê.
- Tu hîna ranezayî emir qesifyo ?
- Na yadê xewa min nayê
- De bitemir ku em ji te xelas bibin.
- Yadê ma xewa min nayê, tu ji xwe re razê.
- Kurrê min wellehîn tu ranezê wê “Gurê Manco” bê te.
- “Gure Manco” kî ye yadê ?
- “Gure Manco” , gurekî mezin e , lêvek wî li erdê ye û lêva vî ya din jî li ezmana ye , diranên wî fîq û herdem xwîn ji ber diranên wî diherike , çavên wî wek cîncoqê dibiriqînin û wek xwînê sor in. Zarokên ku bi a dê û bavê xwe nekin wan digrin û dixwin.
- Temam yadê ji bo xwedê bila neyê va ez razam.
Roj ew roj e Gurê Manco hat û bi xewn û xeyalên me de rît. Erê îja xewn û xeyal çûn man lîstikên li nav erdan û li kuçan. Roj dîsa roja dawiya heftê hat , heval hatin li derî xistin, emê herin nav erdan bi gokê ,dar û qîtikê , zimba û gelek lîstikên din hebûn ku nema tên bîra min, emê bilîzin.
-Yadê va ezê herim nav erda ji xwe re bilîzim.
-Na kurrê min ner.
-De yadê hii hevalên min hatine emê herin zû werin welleh.
-Temam her , hima tu dûr nerî , ”Gurê Manco” zarokê tenê dibîne , wan digre û dixwe.
De yabo îja wer û her bilîz. “Gurê Manco” bi lîstikan jî de rîtibû . Allawekîl ji tirsa wî kafir bavî jiyan li me herimî bû.
Lê dîsa jî jiyan wê demê bi Kurdî pir xweş bû. Ma Gurê Manco , Keftar, Qefalî , Gabûs , Pîrebok , Hûtê Heft Serî û hemû cenewar û teba yê ku jiyana me dorpêç kiribûn, lê wê demê Kurdî her çiqasî qedexe jî bû, jiyan serbixwe bû û pir xweş bû. Jiyan bi Kurdî xweş e …
Kurdistan
