Gurê Manco

Cenewarê xewnên me yê zarokatiyê “Gurê Manco” . Ya xwedayê mezin, me çi ji destê vî  gawir bavê    “ Gurê Manco” kişand û me çi ne kişand! Ji tirsa vî mîratî re , em nema diwêriyan ku bi şev derkevin rehetxanê , çawa li me dibû sibeh xwedê tenê pê zane. Me ji tirsa vî gawir bavî re nema diwerîbû  100 mîtro ji malê dûr biketana.

Wê bê bîra we jî , dema ku em diketin nav livînan xeyal û lîstikên me dest pê dikirin û çend saetan dewam dikirin. Diya me jî li ser serê me û me dixist xewê.

–  Tu hîna ranezayî emir qesifyo ?

–  Na yadê xewa min nayê

–  De bitemir ku em ji te xelas bibin.

–  Yadê ma xewa min nayê, tu ji xwe re razê.

–  Kurrê min wellehîn tu ranezê wê “Gurê Manco”  bê te.

–   “Gure Manco” kî ye yadê ?

–   “Gure Manco” , gurekî mezin e , lêvek wî li erdê ye û lêva vî ya din jî  li ezmana ye , diranên wî  fîq û herdem  xwîn ji ber diranên wî diherike , çavên wî wek cîncoqê dibiriqînin û wek xwînê sor in. Zarokên ku bi a dê û bavê xwe nekin wan digrin û dixwin.

–  Temam yadê ji bo xwedê bila neyê  va ez razam.

Roj ew roj e Gurê Manco hat û bi xewn û xeyalên me de rît. Erê îja xewn û xeyal çûn man lîstikên li nav erdan û li kuçan. Roj dîsa roja dawiya heftê hat , heval  hatin li derî xistin, emê herin nav erdan bi gokê ,dar û qîtikê , zimba û gelek lîstikên din hebûn ku nema tên bîra min, emê  bilîzin.

Yadê va ezê herim nav erda ji xwe re bilîzim.

-Na kurrê min ner.

De yadê hii hevalên min hatine emê herin zû werin welleh.

-Temam her , hima tu dûr nerî , ”Gurê Manco” zarokê tenê dibîne , wan digre û dixwe.

De yabo îja wer û her bilîz. “Gurê Manco”  bi lîstikan jî de rîtibû . Allawekîl ji tirsa wî kafir bavî jiyan li me herimî bû.

Lê dîsa jî jiyan wê demê bi Kurdî pir xweş bû. Ma Gurê Manco , Keftar, Qefalî , Gabûs , Pîrebok , Hûtê Heft Serî û hemû cenewar û teba yê ku  jiyana me dorpêç kiribûn,  lê wê demê Kurdî  her çiqasî qedexe jî  bû,  jiyan serbixwe bû û pir xweş bû.  Jiyan bi Kurdî  xweş e …

 Kurdistan

About The Author