Xwe û mamostayê xwe kuşt!

Roja pêncşemê, 1.3.2012, li xwendingeha nimûneyî Mîdya, li bajarê Silêmanî, şarê helmet û qurbanî, xwendevanekî temen 17-18 salî (polê 11), di katjimêra 10.20 di nav mezela xwendinê de, li pêş hemî hevalên xwe, demança xwe dikşîne û ji dawiya mezelê, di ser serên xwendevanan re li mamostayê xwe direşîne û yekser wî dikuje, di nav qêr û hawara zarokan de, demançê dixe serê xwe jî û diteqîne, ew jî li nexweşxanê piştî çend katjimêran dimre.

Mamostayê reben bi regeza xwe Emrîkî bû û ev şeş sal in ku li wê xwendingehê dersa mirovayetî dida. Feqîro xwest zarokên Kurdan fêrî mirovayetiyê bike, lê nizanîbû ku bêhna mirovan ji Kurdan nayê! Nizanîbû ku welatê me cihê guran e! Tenê bêhna barûdê, teqîna guleyan, bazirganiya çekan, kuştina mirovan, lê helal û zelale!

Kujer jî dibêjin xwedêgiravî, kurê keça birayê Mam Celal e û tirro endamê tîpa dijî terorê bû! Di hin operasyonên dijî terorê de, hazir dibû û piştre diçû çîrok ji hevalên xwe re digot. Ê law ma temenê wî yê van tiştan bû, hey xwedê ji dê û bavê re nehişto ku hiştin kurê wan bi vê nexweşiyê bikeve û vê ecêba mezin bi serê xwe û mamostayê xwe de bîne!

Herdu reben, hem mamosta û hem jî xwendevan, bûn qurbana kultûra boxê beranan! Qurbana welatekî bê zagon, parçe-parçe kirî, bê ser û ber, welatekî ku kê kir kê jêre ma! Welatekî ku serokên wî çekan dikin diyarî û xelkê pê xelat dikin, îca wê çilo ev çek nekevin destên zarokan jî?

Tenê yek tişt maye bibêjim: Heta ku Çirto û Virto rêber bin wê ev rûreşî berdewam be!

Kurdistan

About The Author