Serok Barzanî wezîfe da kek Nêçîr

Belê, Serok Mesûd Barzanî erka avakirina kabîneya nuh da kek Nêçîrvan Barzanî û Îmad Ehmed û got “Rêya we vekirî be”.

LI gora destûrê, divê kabîneya nuh di nava mehekê de bê avakirin û hikûmeta nuh dest bi lotikên bêîman bike. Li gora lêpirsîn û lêkolîna sîxurên me yên li başûrê Kurdistanê, Kurdekanim bi çar çavan bendewarê serokwezîrtîya kek Nêçîrvan in û dixwazin rojek berî rojekê kek Nêçîr dest bi lotikan bike.

Li gora lêpirsîn û lêkolînên me yên sererd û binerd, kek Nêçîrvan di dinyayê de serokwezîrê herî lihevhatî, seksî, germik û nermik û herweha serokwezîrê herî Kurdparêz e.

Axir, em wek sîxurên Partî Demokratî Lotikxane yên li başûr û Iraqê, ji niha ve serokwezîrtîya kek Nêçîr û kabîneya nû pîroz dikin û ji wan re lotikên serketî dixwazin.

Hewlêr

About The Author