Mamê me sipîsaxlem e

Wek hûn zanin, mamê me Talabanî ji ber hinek nexweşîyên piçûk serdana Amerîkayê kiriye û wê çend rojan li wir bêhna xwe berde.

Doktorê taybet ê mamê me Talabanî mîster XX, bi taybet ji Lotikxanê re ragihand ku tenduristîya mamê me Talabanî pir û pir baş e, qisûr di laşê wî de tuneye û piştî çend rojên din wê wek xortekî 14 salî vegere Iraqê.

Li gora lêkolîna sîxurên Lotikleaksê, nexweşîya mamê me ji ber nexwarina goştê elokan e. Ji ber ku elokên Iraqê ji welêt reviyane û koçberî welatên cîran bûne, mamê me ji zû de goştê elokan nexwaribû û ji ber vê jî wîtamîn û kalorîyên bedena mamê me kêm bûbûn. Lê şikir ji xwedê re, wa mamê me li Amerîkayê rehet bûye û xuyaye goştê elokên Amerîkî pir lê hatiye.

Ê de haydê mamo, derbasbûyî be û zû vegere ser serê van Erebên qûnreş, Erebên Iraqê serberdayî nehêle canekem…

Amerîka

About The Author