Piştre gazindan ji me nekin

Sîxurên Dezgeha Asîmanî ya Amerîkayê NASA û sîxurên Dezgeha Asîmanî ya Lotikxanê LOTIKNASA, li asîmanê heftan lêkolînek qerase kirin û gîhan encamek kesanedî.

Piştî ku li asîmanê heftan lêkolînek sererd û binerd kirin, pê hisiyan ku Astroîdek (kevirên asîmanan) qerase berê xwe daye dinyayê û dixwaze di sala 2013an de yan li dinyayê keve, yan jî di ber dinyayê re derbas bibe.

Li gora saloxdanên sîxurên herdu dezgehan, heke ew Astroîda qerase li dinyayê keve wê qiyamet rabe û kevir li ser kevir namîne. Ji ber vê, wek LOTIKNASA me ji niha de dest bi amadekarîyên xwe kiriye û em di 7 qat binê erdê de baregeh û meqerên ku Astroîd nikaribin bandorê lê bikin, ava dikin.

Îcar tembîya me li we be gelî xwendevanan. Heke hûn naxwazin di wê roja qiyametê de pare, zêr û serweta xwe winda bikin, rojek berî rojekê wan radestî LOTIKNASA yê bikin da ku em wan di 7 qat binê erdê de ji we re veşêrin û biparêzin.

Ji me gotin babam. Heke di 2013 an de Astroîd hat û dinya serûbino kir, nebêjin LOTIKNASA  em ji vê qiyametê agahdar nekirin haaaaaa….

Asîmanê heftan

About The Author