NAMZEDÊ MIN TAHA BERWARÎ YE!

Gelek caran meriv xebat û keda ku Kurdên li dîasporayê dane piçûk dibîne yan jî înkar dike. Lê gava meriv bi aqlêselîm lê hûr dibe, dibîne ku xebat û xizmetên ku Kurdên li dîasporayê dane, têr wate û ciyê şanazîyê ye. Lê mixabin ev rastî ji alî gelek kes, dem û dezgehên Kurdistanî vê tê înkarkirin û rêz jê re nayê girtin.

Gava meriv li dîroka damezrandina dewleta Israîlê dinere, dibîne ku dewleta Israîlê bi ked û xizmeta Cihûyên li dîasporayê hatiye damezrandin. Wek tê zanîn, piranîya Cihûyan derbederî cîhanê bûbûn, gelek zilm didîtin û ev bû sedema ku dewlemend, rewşenbîr û aqilmendên wan yên li dîasporayê hewla damezrandina dewleta Israîlê bidin û Cihûyan di navendekê de bînin ser hev. Ev ked û xebata wan, bû sedema damezrandina dewleta istaîla îro û Cihû bi xêra xebata wan Cihûyên li dîasporayê bûn xwedî dewlet, xwedî nav, xwedî cîh û war.

Bi dehan nimûneyên bi vî awayî hene û meriv kare bi dûdirêjî li ser binivîse. Lê çi hikmet be em Kurd rûmetek mezin nadin xebat û keda Kurdên ku li dîasporayê xizmeta milet û welatê xwe dikin. Yan jî kesên qîmetê didinê kêm in.

Divê neyê ji bîr kirin ku hîmên damezrandina gramêra zimanê Kurmancî û rojnamegerîya Kurdî jî dîsa li dîasporayê û bi keda malbata Bedirxanîyan hatiye avêtin. Ked û xizmeta wan a li dîasporayê ji pêşeroja zimanê Kurdî re bû bingeh û îro em bi xêra ked û xebata wan ciwamêran li zimanê xwe xwedî derdikevin, dixwînin û dinivîsin. Herweha heman helwest ji bo siyasetê û hemi karên welatperwerîyê jî derbas dibe.

Piştî têkçûna şoreşa 1975an û derbederbûna kadir û pêşewayên şoreşa Barzanîyê nemir, gelê Kurd moralşikestî, dilşikestî û hêvîşikestî bû. Dijminên Kurd bawer dikirin ku şoreşa Kurd têk çû û êdî Kurd li serê wan nabin bela. Lê kadir û pêşewayên şoreşê, li dîasporayê, li Ewrûpa û Rûsyayê bûn xwedî tecrûbe, xwendin, têgihiştin û bi awayekî nûjentir daketin qada şer û xebatê. Di encama ked û xebata wan kadir û têkoşerên têgihiştî, şoreş dîsa geş bû, bi hizr û ramanek nûjentir şoreşê dest pê kir û piştî têkoşînek dûr û dirêj, başûrê Kurdistanê gihişt qonaxa îro û bi ser ket.

Li vir mebesta min ev e ku divê meriv ked û xebata kesên li dîasporayê înkar neke, qîmetê bide xizmeta wan û zanibe ku ew xizmeta wan daye, kêm yan zêde bandorek li pêşdeçûna tevgera Kurd kiriye. Înkarkirina ked û xebata wan kesan, li gora min bêwîjdanî ye, hesûdî ye û dûrî aqila ye.

Li gor agahiyên di media Kurdî de, kek Nêçîrvan Barzanî wê di kabîneya nû de Wezareta Diaspora ava bike. Ez wek Kurdekî diyasporayê peşniyarî serokwezîr kek Nêçîrvan Barzanî dikim ku dîplomat û zîrekê siyasetê Taha Berwarî bike Wezîrê Diasporayê.

Çima Taha Berwarî?

Yek ji wan Kurdên ku min bi xwe li dîasporayê nas kir û ev demek dirêj e ez wî nas dikim, kevne Wezîrê Werzîş û Lawan kek Taha Berwarî ye. Taha Berwarî demek dirêj li Swêdê wek nûnerek ji nûnerên tevgera Kurdên başûr xebitî, ked da û bi vê keda xwe xebatên giring ji Kurdan re kir. Taha Berwarî, di dema ku li Swêdê PDKyî bi tiliyan dihatin hejmartin, dema ku xebata Kurdên başûr pir kêm bû, wî hewl da ku li Swêdê serê Kurdan bilind bike û wan bi civaka Swêdî, bi siyasetmedarên Swêdî bide naskirin. Barwarî, bi têkilîyên xwe yên dîplomasî û mirovperwerî xwe bi civaka Swêdî da qebûlkirin û di nasandina Kurd û Kurdistanê de rolek giring lîzt.

Piştî ku Taha Berwarî bû wezîrê werzîş û lawan jî, xizmeta xwe berdewam kir û bi dîplomasîya Swêdî û welatên Îskandînawî re têkilîyên germ danîn. Bi taybet di warê sporê de moralek mezin da xort û keçên Kurd û ew teşwîqî çalakîyên sporê kirin. Lidarxistina çalakîyên wek “Kurd Gala” û hinek çalakîyên din, hinek ji wan xebatên Taha Berwarî ne. Kurd Gala li seranserê Îskandînawyayê bû wek cejnek Kurdan û bi vê galayê têkilîyên civaka Îskandînawî û Kurdan geştir bû, dostên Kurdan zêdetir bûn û di avakirina lobîya Kurdan de rolek mezin lîzt.

Taha Berwarî ne tenê li derveyî welêt, lê herweha li Kurdistanê jî giranî û giringî da pêşdebirina sporê û xort û keçên Kurd teşwîq kirin ku di nav tîmên fûtbolê de bilîzin da ku di pêşerojê de di qada navnetewî de Kurdan temsîl bikin. Bi têkilî û xebatên Berwarî, Kurdan di nav VÎVA ( kûpa neteweyên bê dewlet) de cîh girt û di qada navnetewî de zêdetir hatin naskirin. Di van kar û xebatan de bêguman Taha Berwarî rol û vîzyonek mezin lîzt û li gor min înkarkirin û binpêkirina ked û xebata Berwarî dûrî wîjdan û hestên Kurdayetîyê ye.

Taha Berwarî ji malbatek welatparêz û Kurdperwer tê. Bavê wî di şoreşa nemir Barzanî de xizmetên baş kir û erka xwe ya welatperwerîyê anî cîh. Taha Berwarî, şopa bavê xwe berneda û di temenê ciwan de ket nav refê xebata Kurdewarîyê. Ji ber ku demek dirêj li Swêdê jiya, bi mejiyek modern nêzîkî bûyer û pirsgirêkan bû û hewl da ku ew normên fikir û hizrên civaka Ewrûpî li Kudistanê jî şax û perên xwe berde. Ji ber vê jî, giranîya xwe da ser ciwanên Kurd, pişrgirî da pêşdeçûna jina Kurd û li dijî kujtina jinê derket. Di gelek civîn û çalakîyan de eşkere kujtina jina Kurd rûreş kir û xwest ku jina Kurd di pêşdeçûna civaka Kurd de xwedî rol û erk be. Ji bo van xisûsîyeten wî, Taha Berwarî namzedê min yê Wezareta Dıyasporayê ye…..

About The Author