Kurd û Newroz

Vaye îsal jî cejna me ya netewî Newroz bi car xweşî û car nexweşî hat. Lê gelo em Kurd di derbarê pîrozkirinên Newrozên kevin yên demên Zerdûştî û Medan de çiqas agahdar in.

Ezê behsa sifre û agirê Newrozê bikim, bi qasî ku dizanim we agahdar bikim.

Agirê Newroz ê di êvara 20  ê Adarê de tê pêxistin. Li gor adetên kevnar hewceye mirov sê rojan berê pêşewazîya Newrozê bike û li mala xwe findan (mûm) pêxe. Êvara 20 ê Adarê agirê Newroz ê hilke û sefran û ember li agir  bireşîne (gulav jî dibe.) Herweha pîştî qedandina agirê Newroz ê, sifra Newroz ê di malan de bê danîn (niha jî Kurdên rojhilat yê Hewremanî wê sifreyê datînin). Berî Newroz ê çend hefteyan genim di nava guldankan/ vazoyan de tê çandin.

Di roja sifra Newroz ê de hinek ji wî çîl(zîl) ê genimê kesk tê qutan û xwarinek jê tê çêkirin. Wate ya wê bereket e. Li ser sifra Newrozê hemû cûreyên fêqîyên heyî, goşt, birinc  û qedehek şeraba sor (ji bo kêfxweşîyê), çend serîyên sîr,(bi wateya tenduristî ), findên pêxistî,(bi wateya ronahî),  masîyên rengîn yên bi ruh di nava guldankek/vazoyek  cam de li ser sifrê amade dibin (bi wateya  jîyanek xweş). Mezinê malê li ser sifrê derbarê Newroz ê de gotinên xweş yên watedar ji bo malbatê dibêje. Bi hêvîya salek bextewar ji malbatê re dixwaze.

Pêre qedeha şeraba xwe vedixwe.

(Herçend di nav Kurdên sûne de piştî hatina îslam ê vexwarina şerabê rabibe jî, lê li ba yên Elewî û Zerdûştî didome ) Paşê yek bi yek Newroza hev pîroz dikin. Heta dema razanê kêfa xwe dikin.

Roja 21 Adarê diçin derva Newroza xwe bi geşt û seyran, govend û dîlanan pîroz dikin. Paşê jin, keçên xama û zaro genim dikin nava destên xwe û diçin nav zevîyan, wî genimî li ser serê xwe digêrînin û ji ser serê xwe  li zevîyan direşînin.

Hêvîdarim wê Kurdên me hêdî hêdî wî avayê pîrozkirina Newrozê cih bi cih bikin, naveroka Newrozê dagirin û nirxê wê bilindtir bikin.

Bi vê wesîlê Newroza hemû Kurdistanîyan bi dil û can pîroz dikim û hêvîdarim wê Newroza îsal di nav Kurdistanîyan de bibe sedemê rojên xweşî û geşîyê.

Colemêrg 

About The Author