Kurd milletekî qehreman e

Li Tirkiyê ne bes bû, îcar dewleta virqo destên xwe yên gemarî dirêjî Azerbaycanê jî kirin kir. Dibêjin piştî lotik û zîtirkên konsolosê Tirkiyê yê Azerbaycanê, sermezinên Azerî rojnameya Kurdî-Azerî „Dîplomat“ girtine û kêfa destebrakên xwe yên Tirk anîne.

Lê Kurd serhişk in û zû bi zû radest nabin, ji doza xwe venagerin. Rayedarên rojnama Dîplomat îcar rojnameya xwe li Gurcistanê derdixin û vê tirrê ji dijminên zimanê Kurdî re nahêlin.

Li gora saloxdanên sîxurên me, xwedî û sernivîserê Dîplomat ê Tahir Silêman, bi şeş telaqên bê fitû sûnd xwariye ku ewê vê tirrê ji Tirk û Azerîyan re nehêlin û heta dilopek xwîn di bedena wan de hebe wê rojnameya xwe derêxin.

Li vir ez çavê xebatkarên rojnama Dîplomat radimîsim.

Çima hûn zanin?

Ji bo ku di serê rojnameyê de nivîsandine „Kurd xalki mubariz ve qehreman xalqtir“.

Min heta niha nedîtiye ku rojnameyên Kurdî, yan jî partîyên Kurd li ser kovar û rojnameyên xwe nivîsandine „Kurd milletekî qehreman e“ ellawekîl.

Ê de haydê, xwedê ahê Kurdan ji dijminên wan re nehêle rebbî…

Gurcistan

About The Author