Xweserîya demokratîk û serxwebûn

Navenda Lêkolînên Sosyal û Siyasal (SAMER) li Amedê anketek qerase çêkir û ji Amedîyan pirsî bê ka „Heke referandûmek çêbibe wê Kurd çi bixwazin“.

Li gora sîxurên me dibêjin, ji %40 jin û ji %60 jî zilam beşdarî di anketê de kirine. Li gora lotikvanên SAMER ê dibêjin, ji %49.2 Amedî „xweserîya demokratîk“, ji %19.2 Amedî serxwebûn û ji % 5.4 Amedî jî federasyon xwestine. Li gora anketê, ji %83 Amedîyan gotine „bela zimanê Kurdî bibe zimanê fermî“ û mîrkutek li nav serê rayedarên dewletê xistine. Di derbarê Kongreya Netewî ya Kurd de jî ji %79 kesan gotiye ku kongre pêwist e û divê Kurd bên ba hev.

Axir, li gora anketa SAMER ê, ji % 49.2 xweserîya demokratîk dixwazin û alîgirên PKK û KCK ne. Ji %19.2 serxwebûn xwestine û alîgirên KDP ne. Û ji %5.4 federasyon xwestine ew jî dilxwazên PSK û HAK-PAR ê ne wesselam..

Ez we nizanim, lê ez bi xwe alîgirê serxwebûnê me kezebno. Îcar hûn xweserîya demokratîk dixwazin, otonomîyê dixwazin, federasyonê dixwazin, kurtanê kerê dixwazin hûn û wîjdanê xwe û hûn sax…

Amed

About The Author