KOMKARê lotikek pîroz avêt

Belê, 21ê Adarê, li bajarê Koln a Almanyayê, lotikvanên KOMKAR ê lotikek pîroz avêtin derûdorê û bi def û zirne, bi govend û dîlan Newroz pîroz kirin. Li hewşa salonê agir hat dadan, xelkê li ber def û zirnê gunehên xwe daweşandin û xwe nermijandin. Piştî nermijandina hewşê, îcar berê xwe dan salonê, li ser kursîyan rûniştin û ling avêtin ser ling.

Axir, hûn zanin, şev yan şahîyên KOMKAR ê bêyî spîkerîya kek Newroz ne xweş e, ne lezîz e. Newrozê me wek her carê bi şal û şapikên Kurdî, bi wê bejn û bala zirav derket ser dikê, mîkrofon xist destê xwe û dest bi lotikên xwe kir.

Newrozê me ji berxwedana Dersimê dest pê kir heta giha Mahabad û Barzan. Bi ajîte û dengê xwe yê bilind xwîna mêvanan keland, pirça serê wan gij kir û hew nemabû ku mêvanên şevê keleşkofan têxin destê xwe û derkevin serê çiyê.

Piştre kek Kemal Bûrkay bi wê nezaketa xwe axavtinek kurt, germik û nermik kir û Newroz pîroz kir. Mêvanên ku bi axavtina Newroz hatibûn galeyanê û xwe amadeyî şerê çekdarî kiribûn, bi axavtina kek Kemal Bûrkay re hinekî nerm bûn û xebata siyasî maqûltir dîtin, bi destmalên xwe xwêhdana xwe pak kirin, bêhna wan hat ber wan. 

Ez serê we neêşînim, KOMKAR ê Newrozek germik û nermik, hindik û rindik pîroz kir. Destê amadekarên şevê sax bin, pişta wan neyê erdê rebbî.

Lê di heman rojê de çi provokasyon û komplo çêbû hûn zanin?

Xebatkarên trên û otobosan ketibûn grevê û komployek navnetewî ji komploya Ocalan xirabtir anîn serê KOMKAR ê. Kesên ku trimbêl û erebeyên wan tunebûn nikarîbûn beşdarî Newrozê bibin û Newrozê geştir û xweştir bikin.

Ê de xwedê ji komplocîyan re nehêle rebbî..

Newroza we tevan pîroz û bimbarek be gelî xwendevanan..

Almanya

About The Author