KURD BIZINÊN KOL IN !

 Pêşgotinek bapîran heye dibê “ Xwedê ayê bizina kol ji ya bi qoç re nahêle “. Ev ji binî ve derew nebe virr e mixabin !

 Emrê min hate nîv sedsalî, min hîna nedîtiye ku ev cîhê xwe bibîne. Di her qadê de, di her warî de û her dem bizinên bi qoç îmana bizinên kol qela dikin. Laşê bizinên kol di nava êş û janê de ye û bi xwîn e. Bizinên bi qoç çaralî dor li me girtine, me didin ber qoçan (qiloçan). Goştê me reş kirine, hestîyê me şikandine ! Birînên xedar di me de vekirine . Orre orra me ye û kesekî ku bê hewarê jî tuneye !

 Bizinên bi qoç di cejna Newrozê de li kuçe û kolanan em dane ber qoçan, ew ne besbû êrîşî rûspîyên me kirin. Peyxam  ev bû: “ Emê pozê we bişikînin ku hûn bê destûra me tev bigerin  “  Erê erêêê ! Em zanin  hûn serdest in, hûn zordest in, hûn rayedar in. Em  baş zanin em bindest in, em bêkes in, em bêguneh in.

 Tobe estexfirillah, ezê niha bibim gunehkar, ma çi dibû carek tenê xwedê  yan qoçek bi me ve bikira yan jî qoçê wan jî bişkenanda ku em wekhev bûna !

Dilovanîya xwedê lê be, Apê Mûsa ji Demirel re gotibû : “ Ez û tu em bi temenê xwe nêzî hev in, bê piştov (sîleh) were hela kî ji me mêrxas e, bila derkeve holê “.

Weleh, bileh, tileh bê qoç nabe lo ! Lê yên me yên bi qoç jî bi kêrî Kurdistanê nayên bavooo…

About The Author