Li hemberî polîtîkayên AKP’ê berxwedan wê pêş bikeve

Di çapemeniyê de nûçeyên mîna ‘AKP dê di çareseriya pirsgirêka Kurd de dê stratejiyeke nû bişopîne’ derketin. Di pey van nûçeyan de jî li ser vê stratejiya ku behsa wê tê kirin nîqaş hatin meşandin. Helbet BDP’ê ji ber ku bi stratejiyên berê baş dizane got ku “ev stratejiyeke nû nîn e, berdewama konsepta berê ye.” Heke ku hûn bala xwe bidinê, vê stratejiya nû ku konsepta tasfiyeyê ye ji aliyê rojnameyên xwedî nêrînên dijber in bi raya giştî re hat parvekirin. Her wekî ku tê zanîn rojnameger Fîkret Bîla nêzî hêzên neteweyî, Lale Kemal jî nêzî fethullahiyan e. Ev yek derketina holê ya rastiyek e girîng e.  Bi nûçeya van herdu rojnamegeran re bi awayekî zelaltir hat dîtin ku AKP çawa vegeriyaye hêzeke statukoparêz. Nirxandinên Fîkret Bîla destnîşan dike ku AKP polîtîkayên klasîk ên dewletê qebûl kirine. Jixwe Fîkret Bîla jî dibêje ku AKP xwedî li xeta esasî ya polîtîk a dewletê derdikeve.
Di hevdîtinên Osloyê de projeyeke çareseriyê ya AKP’ê tune bû. Lê Tevgera Azadiya Kurdan ji bo civak û dewletê ji çareseriyê re amade bike ev hevdîtin domandin. Lê di vê mijarê de encama ku dihat xwestin bi dest neket. Dema ku AKP ev pêvajoya hevdîtinê vegerand stratejiya bêyî astengî domandina konsepta tasfiyeyê Tevgera Azadiya Kurdan jî tam wê demê got ka tu li wir bisekine.  Sedema ku dibêjin “dê Îmrali, Qandîl wekî muxatab neyên qebûlkirin” ewe ku  dizanin ne Îmrali ne jî PKK dê vê siyaseta mijûlkirinê qebûl nekin. Heta demekê berî niha jî ew xwedî nêrîna gelo em ê ji nû ve bikaribin pêvajoyeke mijûlkirinê bidin destpêkirin ya ne bûn. Encax dema ku dîtin Tevgera Azadiya Kurdan dê vê polîtîkaya mijûlkirinê qebûl neke, wê demê rabûn wekî stratejiyeke nû bi nûçeyên wekî “Em ê li hemberî PKK’ê şerê xwe bidomînn, lê em ê gel muxatab bigirin” dan  belavkirin.
AKP her tim bi “em bi terorê re têdikoşin, lê dê pêşîvekirina demokratîk jî bidome” polîtîkaya di nava bendewariyê de hiştinê meşandiye. Niha dîsa vê polîtîkayê bi awayekî cuda tînin rojevê. Lewre di vê polîtîkayê de tu guherîn an nûbûnek tune ye.

Dibêje „Ez dikarim bi BDP’ê re jî muzakereyan bikim! Helbet şert û mercên vê yekê jî diyar in: Ya yekemîn ew ê ji PKK’ê re bibêjin terorîst. Ya duyemîn ew ê dev ji mafên neteweyî civakî yên Kurdan berdin.“ Jixwe sedema çaresernebûna pirsgirêka Kurd ji ber van ferzkirinan e. Polîtîkaya tasfiyekirina BDP’ê jî jixwe ji ber ku BDP vê polîtîkayê qebûl nake pêk tê.  Tiştê ku dewleta Tirk ji çareseriyê fêm dike; bila Kurd nebin îrade , qirkirina çandî bi şert û mercên nû berdewam bike..

Dema dibêjin emê bi BDP’ê re biaxivin jî şertê wan ê sereke ev bixwe ye. Bi awayekî zelal li holê ye ku BDP van şertan qebûl nake.  Heke ku bi rastî niyeta AKP’ê ya çareseriyê hebe, ewê bi BDP’ê re jî hevdîtinan bike, ewê Îmrali û PKK’ê jî muxatab bigire. Pirsgirêka esasî ewe ku polîtîkayeke çareseriyê ya dewletê tune ye. Pevçûn, şer ji ber lihevnekirinên polîtîk derdikevin holê. Dewleta Tirk daxwazên herî maqûl ên ku Îmrali, KCK û BDP pêşniyar dike qebûl nake.  Ji ber van sedeman şer û pevçûn didomin û dijwartir dibin. Ya ku vê atmosferê jî diafirîne dewleta Tirk e ku daxwazên Kurdan qebûl nake. Yan na gotinên wekî bi PKK’ê re ev 40 sal e şer tê kirin, gerîla xwedî çekên wiha wiha ne, ji ber van sedeman tengavî û xitimîn çêdibe, rewşek bi vî rengî tune ye. Çima çareser nabe, çima hê jî pevçûn didomin û dijwartir dibin; herî baş ji aliyê Fîkret Bîla ve tê vegotin. Fîkret Bîla dibêje; mafên civakî dixwazin, xweseriya demokratîk dixwazin vê yekê jî dewlet qebûl nake. Û wiha lê zêde dike ji ber van sedeman divê PKK were tasfiyekirin. 

Ji bo dewlet û civak nêzî çareseriyê bibe Tevgera Azadiya Kurdan ket nava helwesta siyasî ya herî maqûl. Li dewsa ku ev yek were dîtin, bi gotina çima dev ji daxwazên xwe bernadin Kurdan sûcdar dikin. Nîşandana atmosfera mîna ku dê BDP’ê wekî muxatab bigirin jî pêwîstiyeke şerê taybet e. Bi van hewldanan difikirin ku di nava BDP’ê de dengên cuda yan nakokî derkevin. Lewre hineka ji wan dest bi propogandaya; “Di demeke nêz de dê di nava BDP’ê de parçebûn pêk were. Yên ji polîtîkaya heyî bêzar di nava BDP’ê de hene.” Di rastiyê de KCK û Îmraliyê gelek caran anî ziman ku pêwîst e BDP wekî muxatab were girtin. Pirsgirêk ji ne muxatabûna BDP’ê dernakeve, pirsgirêk ji niyeta xirab a dewletê derdikeve.
Bi navê stratejiya ku mîna ‘nû’ binav dikin tiştê herî cuda bikaranîna PDK’ê ye. Lê di dastiyê de ev yek jî ne nû ye. Bi salan e dixwazin PDK’ê li dijî PKK’ê bi kar bînin. Di rastiyê de jî PDK di gelek mijaran de ji bo wan dibe alîkar. Lê armanca esasî ya dewleta Tirk derxistina şerê germ e; ajotina PDK’ê ya ser PKK’ê ye. 

Divê herkes bizanime ku ne PDK dikare bêje PKK çekan deyne ne jî dikare bi gerîla re bikeve şer. PDK jî dizane ku tu hêzên din ên mîna PKK’ê çareseriya maqûl dide pêş tune ye. PDK dizane ku KCK alîgirê çareseriya demokratîk e. Ji bo çareseriyeke bi vî rengî jî bi salan e ye ku derfetê dide AKP’ê. PDK jî û hemû hêzên din ên siyasî dizanin ku ya çareseriya maqûl qebûl nake AKP bi xwe ye.

Di vê çerçoveyê de îdiayên mîna ku PDK dê zexta çekdanînê bike çîrok in. Herî zêde PDK baş dizane ku PKK zexta çekdanînê qebûl nake. Ji ber ku AKP’a ku dibêje; “Xweseriya Demokratîk nabe, perwerdeya bi zimanê zikmakî nabe, Kurd mîna civakeke neteweyî nayên qebûlkirin” tu derdor nikarin banga çekdanînê li PKK’ê bikin. Heger dewleta Tirk di nava xeyalên bi vî rengî de be em ê jî bêjin mirîşka birçî xwe di embara garis de dibîne.  Herî dawî divê ku em bi bîr bînin ku rabin û bêjin em ê bi partiyekê ku bi hezaran endamên wê girtîne û her roj tên girtin re hevdîtinan pêk bînin û wan muxatab bigirin, ev ji bilî bi Kurdan tinazên xwe bikin pêve nayê tu wateyeke din.  Ez ê îradeya te bişikînim, ez ê destdirêjiya te bikim li dû van gotinan jî ew ê rabin bibêjim hûn ê şaertên me qebûl bikin e ê bi were hevdîtinê pêk bînin, di easê xwe de tê wateya BDP were û li ber me çok bide ye.  Ew ê Tevgera Azadiya Kurdan jî, hereketa demokratîk a Kurdan jî bi awayekî yekpare gelê Kurd bi israr û biryar li ber xwe bide û îradeya xwe ya demokratîk bide qebûlkirin.

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA

About The Author