Sitqî Zîlan lotikek li herdu serokan xist

Nivîskar û parêzerê Kurd kekê me Sitqî Zîlan, hevpeyvînek germik û nermik bi AgendaKurd re kiriye û tirr ji meselê berdaye. Hem pirsên AgendaKurd pirsên maqûl, hem jî bersiva kekê me Zîlan bersivek maqûl e.

Meselen di derbarê herdu serokan de (A.Ocalan û Kemal Bûrkay) de kekê me Zîlan îmana pirsê teneke kiriye û mîrkutek Kurdewarî li nav serê herdu lotikvanan xistiye.

AgendaKurd pirsîye:

“Yaw kezeb, gelo di çareserîya pirsa Kurd de rola Ocalan û Bûrkay çiqasî xwedî bandor e?”

Kekê me Zîlan di bin pirsê de nemaye û bersivandiye:

“Binerin cîgerim, Ocalan tiştê kiriye ji xwe kiriye. Piranîya kirinên wî jî menfî ne, tehrîpkar in. Enerjîya civaka Kurd badilhewa xerc kiriye, bûye sedemê valakirina 4 hezar gundan, şerê brakujî daye destpêkirin, bi navê azadîya jinê qûş li malbatê qetandiye û malbat jar û tune kiriye, alîyek apocîyên agresîf (êrîşkar) xuliqandiye. Îro li Kurdistanê ne Kurdên xwezayî, lê tîp û cûreyek  ku Ocalan û PKK afirandiye heye, tîp û cûreyê ku Hizbûllahê afirandiye heye û tîpên ku dewletê afirandiye heye. Berî her tiştî divê em normal bibin. Ez bawer nakim ku Bûrkay karibe HAK-PAR ê û kadroyên xwe yên teng mezintir bike. Heke birêz Bûrkay di dema vegera xwe de li pêşberî medya û awira gelemperî bi Kurdî û bi alîkarîya wergêr dest bi axavtina xwe bikira, karîbû 1-0 biketa pêşîya Ocalan û golek baş biavêta. Lê mixabin ew jî wek birêz Ocalan li ber ala Tirko poz da. Bûrkay siyaseten roja pêşîn xilas bû. Eleqedarîya ku îro jê re tê nîşandan ji bo siyaseta jarkirina PKK ye” û serê hefsêr berdaye.

Werhasilî kelam, kesên ku bi zimanê şildim bildima Tirkî zanibin, karin hevpeyvîna kekê me Zîlan bixwînin. 

Birastî niha ez jî meraq dikim kezebno, çima xalê me Kemal Bûrkay di dema vegera xwe de li pêş medya û awira gelemperî bi Kurdî neaxivî?

Bi sê telaqên jinberdanê, heta xalê me Bûrkay bersiva pirsa min nede, ezê xwarina goştê mirîşkan li xwe û dê û bavê xwe heram bikim û hûn sax…

http://www.haberdiyarbakir.com/sidki-zilan-ocalan-yapacagini-yapmistir-50314h/#ixzz1qS2ckNZi

About The Author