1 eşkere bû, man 999

Heke we xwendibe û bê bîra we, rojnamevan û nivîskar Avnî Ozgurel (ku wek zilamê MÎT ê jî tê binavkirin) berî demekê di derbarê girtinên endamên KCK de gotibû ku “hezar (1000) endamên MÎT ê di nava KCK de hene”.  Dîsa di çepemenîyê de hat nivîsandin ku di girtina ser mala Cengîz Kapmaz de (Berdevkê Buroya Hiqûqa Esrîn a ji bo Ocalan) dosyayên hevdîtinên Osloyê hatine girtin û ev dosya di heman demê de hem ji Qendîlê re, hem jî ji MÎT ê re hatine şandin. Ango, hat îddîakirin ku Cengîz Kapmaz jî endamê MÎT ê û filan û bêvan e.

Û niha?

Rojnama Taraf ê bi belge eşkere kir ku rojnamevanê AFP a Fransî Mustafa Ozer endamê MÎT ê ye, bi minasebeta endametîya KCK hatiye girtin lê piştî endametîya wî ya MÎT ê hatiye zanîn, serbest hatiye berdan. Mustafa Ozer çûye Qendîlê cem Karayilan, pê re hevpeyvîn çêkiriye û cîhê wî yekser ji MÎT ê re jî gotiye.

Balkêş e, Mustafa Ozer dibêje ku wî û Îsmet Kayhan li Hollanda bajarê Amsterdamê hevdu dîtine, Îsmet Kayhan ew xistiye nav ajansa ANF  û Îsmet Kayhan ew dezgeh bi rê ve dibir. Mustafa Ozer dibêje Îsmet Kayhan xwestiye ku ez behsa Yusuf Yildirim nekim da ku kesek nizanibe ew ji cîhekî din jî peran distîne. Yanî Îsmet Kayhan (li gor gotina Mustafa Ozer Îsmet Kayhan rêvebirê ANF ê Amsterdamê ye) peran ji cîhekî din jî distîne û belkî ew cîh jî MÎT yan cîhekî din be.

Axir, her tişt li ser bextê Mustafa Ozer be, ev gotinên devê wî û îfadeya wî ye.

Werhasil, piştî eşkerebûna Mustafa Ozer, ajansa ANF daxuyanîyek da û qebûl kir ku têkilîya wan bi Mustafa Ozer re hebûye, lê têkilîya wan tenê di çarçoveya rojnamevanîyê de bûye, filan û fîstan.

Ez serê xwe û we neêşînim kezebno, Avnî Ozgurel gotibû 1000 endamên MÎT ê di nava KCK de hene. Aha 1 eşkere bû, man 999. Îcar wê ew 999 ajanên din kengî bên eşkerekirin, tên yan nayên eşkerekirin tenê Avnî Ozgurel û dewleta sererd û binerd zane wesselam…

Mexmûr

About The Author