Aqûbet li Kurdên bakur be

Her ku diçe cîh li Beşarko teng dibe û dibe tirra tirra wî. Çi di nava Sûrîyê de, çi jî di qada navnetewî de, herkes diranên xwe li Beşarko diseqînin û dixwazin ku rojek berî rojekê dev ji desthilatdarîyê berde û bicehime here.

Di vê rewşê de fersendek mezin ji Kurdan re çêbûye. Heke Kurd bi tifaq bin û destên xwe bidin hev, wê di vê rewşa zîz de mafên xwe bistînin û heta bi federasyonê jî bi dest xin. Ji xwe piştî federasyonê jî xwedê kerîm û rehîm e, wê serxwebûn jî ne dûrî federasyonê be.

Axir, Kurdên me ji bo daxwaza federasyonê derketin kuçe û kolanan û dan bin dûvê desthilatdarîya Beşaro.  Kurdên ku ji bo federasyonê kirin qarewar, piştgirî dan daxwazên Encûmena Niştimanî ya Kurdên Sûrîyê û federasyon wek mafekî rewa ji Kurdan re dîtin.

Werhasilî kelam, xwedê bikim di demek nêzîk de ev tirr ji dîktatorîya Beşaro re nemîne û Kurd jî bibin xwedîyê federasyonka xwe.

Kî dimîne?

Dimîne Kurdên bakur û Kurdên rojhilat.

Baş xirab li rojhilat herêmek bi navê Kurdistanê heye. Dimîne bakur. Heke Kurdên bakur jî dev ji wê “Demokratîk Cûmhûrîyet”kê berdin û bêjin federasyon, ji xwe xwedê da me û hew.

Federasyon+Federasyon+Federasyon+Federasyon, 4 federasyon dike çi?

Dike serxwebûn!

Wê çi serxwebûn û Kurdistanek qerase ji van her çar federasyonan derkeve law peekkkkkkk, de xwezî bi wê rojê rebbî!

Qamişlo

About The Author