KÊ ZÎN LI WE KIR GELO ?

Zînek li hevserokê BDPê Silhedîn kirine, hûr û kûr dibeze . De bibeze  Silhedîn bibeze binê te erd e, berde ha berde. Dizgîna te berdin jî tu ber ve Kurdistanê nabezî, Enqere ji te  re mêrg û çîmene.

    Silhedîn bûye aqilbendê dewleta Tirko, dibê “ Heke hûn bi ya serokê ser erd û bin erd nekin, wê sê alîyê Tirkîyê bibe Kurdistan; hûnê çi xwelîyê li serê xwe û heftê û heft bavê xwe bikin ! “ Berdewam dike, bi lez  û bez  dibê “ Werin xwe(lî)serîya demokratîk qebul bikin, di hilbijartinê de kî bi ser ket bila ew herêmê karbigerîne, navend bila Enqere be ” filan û fîstan. Waweylêê de were kirasê xwe neçirîne !

    Silhedîn, bi dîtina min hinekan zînê xwe li te kirine, wek cenîya tor te dibezînin, lewma tu nizanî bi ku ve biçî. Tu li xwe mikur tê dibêjî “ Em ne karbidest in “.  Êê heyran, madem ku hûn nikarin bê destûr biçin avdestxanê, hûn çima bi xwe re mala me mîrat dikin cîgerim! Hûn dawa îmana me dikin, çi heqê we li me Kurdan heye ha ?!

    Silhedîn qe şerm neke, eşkere bibêje “ Em heyranên Kemalîstan in, heta em karibin emê Kurdan bi bendekî bi rêx bi Tirkoleran ve girêdin, Kurdistan mirdistan tune babam “ wesselam.

Em we gelek baş fêm dikin cîgerim, ma em ne zarok in ku bi şekirekî bêne xapandin. Hûn jî me baş fêm bikin, di mirinê de be jî em di rêça we de nameşin ellawekîl. Tevna we nexşên wê ne Kurdewarîye cîgerim.

About The Author