Piştgirîya Rojavayê Kurdistanê Bêminetî ye

Divê hemû Kurd madî û manewî piştgirîya şoreşa ku li Sûrî destpêkirîye bikin, bikin ku ew desthilatdarîya dîktator, zulma ku ji alî Esad ve li Kurdan, Ereban û hûrgelên din têkirin ji holê rabe. Çawa li welatên Ereban wek, Sûdan, Misrê, Lîbya, Yemen, li hinik welatên merga Ereban yên wek Qeter, Dubay û ana jî li Sûrîyê destpêkirîye, ji vê pêvajoyê re têgotin, ”Bihara Erebî” û ana komara Sûrî jî daye ber xwe, ev salek zêdeye ku dest pê kiriye.

Meriv li ser Kurdên rojava çiqasî bêje, di bawerîya min de dibe ku meriv bêje kêm be, li ser wan pismaman, merivan, xaltîk, metik, ap û xalan û ji eynî êlê, eşîrê û malbatê dibe ku kêm be. Lê dîsa jî ez dibêjim bêminetîye, ji ber ku xwîna me, zimanê me, urf û adetên me, kultûra me, civaka me hemû wek hev e. Dewletên cîhanê yên emperyalîst wek Ingilîz, Fransa di perçekirina Kurdistanê de paya wan heye, tixûb di nav me û merivên me de danîn ku jêre dibêjin xeta ferensawî. Lê tucarî jî me wek gelê Kurd ev tixûb nas nekirin û ana jî em nas nakin.

Lê weha dîyar dibe ku bayê ”Bihara Erebî” li serê Beşer Esad jî xistiye, siltaneta wî/wan jî wê di nêzîk de ji holê rabe. Wek ku dibêjin; ”ahê vî destî ji wî destî re namîne” . Wê gelê me jî li rojavayê Kurdistanê bighê heqê xwe yê mirovatî û bighê azadîya xwe ya rewa.

Li gel vê yekê divê ku hemû Kurdên li herçar perçên Kurdistanê û li cîhanê madî û manewî pî bidin ber birayên xwe yên rojavayê Kurdistanê.  Dema ku welatê bav û kalên me ji bin nîrê zordestan û dîktetoran azad bibe wextê wê ye. Divê ku em yekitîya xwe û birayetîya xwe yek bikin, ji bo dost û dijminê me hêz û quweta me zanibe ku va em li ser hev in, em ne Kurdên berî sed salî nin. Berî sed salî dewletên emperyalist, ji gelek miletan re tixûb danîn, lê me Kurdan ji van tixûban zirarek mezin dît û welatê me hat pereçekirin, derba dudan.

Di bawerîya min de divê ku Encûmana Niştimanî ya Kurd li Sûrîye, ”ENKS” bi opozisyona Sûrî re yanî Encûmana Niştimanîya Sûrî ”ENS” re, pêwendîyên germ hebin ku zûtirîn desthilatdarîya Beşar Esad birûxe.

Erê meriv ji dijmin tucarî divê ku gazinan neke, tucarî jî dijmin naxwaze ku desthilatdarîya wan biruxe û xêr û nîmetên wê xakê ji destên wan derkeve, çavê wan ji heq û hiqûqên bi xwin û zor û zordarîyê têr nabin.

Lê belê li rêxistinên ku ji xwe re dibêjin em Kurd in û daw û doza azadîya Kurdistanê dikin, bi wan nakeve ku dirin ji desthilatdarîyek ku nêzî çil û pênc salaye û di vê desthilatdarîyê de tu heqê merivan nayê naskirin, bi navê partîya Kurdan rabin ji vê rejîma dîktator re parastinê bikin, ev bi meriv nakeve. Hevalbendên Apocîtîyê ku ji wan re dibêjin, partîya PYD di xizmeta kê de ye, ji kê re xizmetê dikin zelal e, ji her kesê ku piçekî ji sîyasetê fêhm dikin eşkere ye.

Bêguman berpirsê KCKê Murad Karayilan, di derbarê helwesta Tirkiye ya li ser rewşa Sûrîye tiştê balkêş dibêje. Heger Tirkiye midaxaleyekê li dijê Sûrî bike, emê qebûl nekin, emê Kurdistanê bikin qada şer. Karayilan di bin navê parastina Kurdan de xwedî li rejîma dîktator ya Sûrî derdikeve. Ev jî dîyar dibe ku PYD li rojavayê Kurdistanê sîyaseta KCKê bi kar tîne. Bav û kalên me dibêjin; ”kuştîyo di ber xelkê de”. ”Weha nekin kuştîyên di ber dijmin de”.

Bêguman biryara xwestekên birayên me yên Kurdistana Sûrî ji bo destkeftîyên ku ew dixwazin, raya wan e. Ji ber ku li Sûrî du gel-milet hene, yek jê miletê Ereb e û yê duduyan jî miletê Kurd e, ev du milet serekene. Bêguman hûrgelên dinê jî hene, wek Suryanîyan, Aşûrîyan, Ermenîyan û di warê olî de wek Elewîyan û mezhebên din hene. Divê ku vana jî bighên heqê xwe û bîr û bawerîyên xwe. Lê gelê Kurd li rojavayê Kurdistanê wek du gelan û şiklê Iraqa federal ku hatîye bicîhkirin, li Sûrî jî hikmê federal bê bi cîh kirin, Kurd û Ereb şiklên federasyonê pêk bê. Dîsa jî ray raya gelê Kurdên Sûrî partî û dezgehên wan e.

Ji ber ku ji me Kurdan firsatek li rojhilata navîn û li herêmê pêk hatiye, divê ku em Kurd jî vê firsetê ji destê xwe bernedin. Em wek Kurd yekitîya xwe û hevkarîya xwe pêk bînin, firsetên weha zû bi zû bi destê meriv nakevin. Divê vê pêvajoya ku em tê da nin ji destê xwe nerevînin. Ev firsetên weha her ji sed salî dibin, divê ku em Kurd jî vê firsetê ji bo gelê xwe û azadîya welatê xwe bi kar bînin. Em hemû Kurd divê piştgirîya birayên xwe yê rojvayê Kurdistanê bikin, xwedî li wan derkevin, wesselam.

Dengê Kurdistan

About The Author