Xalê Remo heqê min çiqas e? (Pêkenok)


Xeto li ber dikana şêranîfiroşekî re derbas dibe.
Li şêranîyên hundur dinêre, mahdê wî dihere şêranîyê.
Bêyî silava Xwedê derbasî hundur dibe.
Radihêje tenê şêranîyekê û dixwe…
Dihere li ber termûzê avê disekine û pênc-şeş qedeh ava cemidî bi ser xwe dadike…
Berî ku pereyê heqê şêranîyê bide, radihêje çar-pênc peçeteyan dev û destê xwe jî baş paqij dike û destê xwe davêje bêrîka xwe…
Buhayê şêranîyekê 100 quriş e.
Qedeheke av bi 50 qurişî ye.
Peçete jî kêmanî 50 quriş e.
Xalê Remo heqê min çiqas e?
Xalê Remo mirûzê xwe tirşotahlî dike û dibêje: Heqê te mere di te ne Xeto!

About The Author