Ê de haydê qurban, îcar dor dora we ye!

Belê ezîzim, xuyaye wê Kurdên Lor, Lek û Bextîyarî jî êdî dest bi teq û reqê bikin û li dijî rejîma Îranê bidin lotikan.

Li ser bextê malpera Xendan be, dibêjin 7 Kurdên qerase vîdeoyek belav kirine, bang li Kurdên Lor, Lek û Bextîyarî kirine ku êdî ji temara mirinê şiyar bin, çaroxên xwe têxin lingên xwe, rext û fîşekan girêdin û dest bi xebata Kurdayetîyê bikin.

Dibêjin yek ji wan 7 kesên qerase daxuyanîya xwe bi navê „Welatparêzên Kurdên Başûr“ xwendiye, mebesta wan „Başûrê Rojhilatê Kurdistanê“ ye û dixwazin ku eşîr û êlên Kurdên Lor, Lek û Bextîyarî têkevin govenda Kurdewarîyê, ji bo Kurdistanek serbixwe û azad lotikan bavêjin û welatê xwe ji destê dijmin rizgar bikin.

Malpera Xendan bi sê telaqên jinberdanê sûnd dixwe û dibêje ku koma welatparêzan ala Kurdistanê bilind kirine û bang li „Kurdperwerên Loristana mezin, Ginawe, Boşehir, Kuhgêlo, Biwêr Ehmed û Çar Mehelê Bextyarî, ji Mescid Silêman ta bi Darab û Loristanê, Mamesenî, Xuremawa, ji Lekistanê ta Îlam, Hemedan û Kirmanşahê, ji Bêstûn, sinqir Kilyayî ta Riwanser, Ciwaro û Paweyê“ kirine ku êdî ji xewa giran şiyar bin û ji bo azadîya Kurd û Kurdistanê dest bi xebatê bikin.

Li gora tê gotin, li Başûrê Rojhilatê Kurdistanê 10 milyon Kurdên Lor, Lek û Bextîyarî hene lê heta niha xebatek sererast di nava wan de nehatiye kirin û hînî lotik û zîtirkên Kurdistanî nebûne.

Axir, em jî wek „Welatparêzên Kurdên Lotikxanê“ vê helwesta „Welatparêzên Kurdên Başûr“ pîroz dikin û ji wan re lotikên xurt dixwazin. Em hêvîdarin wê rojek ji rojan „Welatparêzên her çar parçeyên Kurdistanê“ bi ruh û giyanek netewperestî dest bidin hev, dev ji dûvik û terîya Tirk, Ereb û Eceman berdin û di bin sîwan û şîara „Kurd û Kurdistan“ de govenda azadîya Kurdistana mezin bigrin.

Mahabad

http://www.xendan.org/kurdi/dreja.aspx?=hewal&jmara=2350&Jor=1

About The Author