Em wek jinika Brezîlî jî nayên kuro!

Jinika Brezîlî ya ku ji yek salîya xwe  heta 35 salîya xwe jiyana xwe di nexweşxanê de derbas kiriye û dest û lingên wê nagirin, bi devê xwe pirtûkek nivîsand û navek bi dû xwe xist.  

Elîana Zaguî serpêhatîya jiyana xwe ya 38 salan di pirtûkekê de kom kir û bû nivîskar. Hem jî ew pirtûk bi devê xwe nivîsand û lotikek qerase avêt.

Îcar hesab bikin, em Kurd 60 milyon in, 60 milyon Kurd bi dest û ling in. Xwelî li serê me Kurdan be û hew. Ew tiştên ku hatine serê me nehatine serê tukesekî, diviyabû ku ji 60 milyon Kurdî, 30 milyon jê nivîskar bûna û serpêhatîyên vî milletê mazlûm bikirana pirtûk.

Erê lo,  binerin jinika Brezîlî ji herdu destan mahrûm e jî, lê bi diranên xwe kitêb dinivîse. Tew ne tenê nivîskarî, xanimê bûye wênesaz û bi devê xwe wêneyên kesanedî jî dineqişîne.

Axir, zarokên xelkê bi devê xwe dibin nivîskar û wênesaz. Yên me jî heta pirtûkekê bi destan dinivîsin, 101 bavê hev tînin ber çavên hev.

Êêêê, îcar kîjan baş e?

Sant Paolo

About The Author