Darek xistin kuna wî jî

Erê kêmasî û xeletîyên AKP û Kasimpaşalî Receb hene jî, lê bi ellawekîl kela dilê min li van general, çawîş û başçawîşên dolheram ên Ergenekonê rehet dike ha, xwedê heye.

Ji zû de çavê me li rê bû û me digot ka wê kengî Org. Çevîk Bîr bê girtin. Çevîk Bîr ê ku li Îmralîyê serdana başqanê me jî kiribû (başqan bi xwe di hevdîtinên parêzerên xwe de behsa wî kiribû), destê wî di gellek kujtin û kiryarên qirêj de hebû. Mêro digot qey wê ev tirr jê re bimîne û wê kesek newêribe xwe nêzîkî wî bike. Lê nizanîbû ku gunikreşên mîna Kasimpaşalî  û dozgerên wî wek melkemot li ser serê wî sekinîne û li benda roja xwe ne.

Werhasil, ev tirr ji Org. Çevîk Bîr û hevalên wî re jî nema. Dozgerên Kasimpaşalî Erdogan yeko yeko dar û qeraseyan dixin qûna wan pozmezinan ellawekîl. Îcar piştî Çevîk Bîr wê av biçe bin dûvê kîjan general an kevnewezîrî ez jî nizanim…

Konya

About The Author