Hayhoooo, bi navê “Kurdistan” li dijî Kurdistanê derdikevin qirikê!

Ez bawerin li tu dera cîhanê, li tu welatî, li nav tu qebîle û eşîrên Afrîkayê jî nehatiye dîtin ku rêxistin an partîyek li ser navê welatekî derkeve rê, bi hezaran xort û keçên xwe di wê rêyê de bide kujtin û li dijî serxwebûna welatê xwe derkeve. Ev pelûl û şorbe tenê bi serê Kurdan de rijiyaye. Kesên ku bi xwe Kurd in lê mejî û ruhê wan Tirk in, kesên ku bi xwe Kurd in lê bi Tirkî siyasetê dikin tenê ji nav Kurdan derdikevin.

De ji xwe re li vê sosretê, li vê pelûlê û li vê xwelîserîyê binerin û bifikirin.

Endama Kordînasyona Partîya Jin a Kurdistan PJAK ê xaltîka me Emîne Ercîyes, ji ajansa ANF re lotikên kesanedî avêtiye û bê lam û cîm, yekser li dijî serxwebûna Kurdistanê derdikeve û Kurdistanê di berjewendîya Kurdan û gelên herêmê de nabîne. Emîne xanim xal û erka yekem û herî girîng jiholêrakirina tecrîda li ser serokê xwe Ocalan dibîne û PJAK ê di vê rêyê de seferber dike. Helbet em ne li dijî rakirina tecrîda li ser Ocalan in, em jî dibêjin bela rojek berî rojekê tecrîda li ser Ocalan rabe. Lê gava tu rabe li dijî serxwebûna Kurdistanê derkevî û Kurdên xwelîser layiqî welatekî serbixwe nebînî, aha wê gavê mesele dibe quzilqurt, dibe çeqilmast û ji xeta xwe derdikeve.

Xaltîka me Emîne Ercîyes, di derbarê “Netew-Dewlet” ê de dibêje “Di netew dewletbûnê de yek welatî, yek alayî, yek zimanî heye. Ev jî ne li gora xwezayîya civakê ye. Bi taybet di pirçandîyek wek Rojhilata Navîn de wê ev bibe sedema kûrkirina şer. Netew dewletbûna ku çêbibe jî wê tu fêda xwe nede gelê Kurd. Hêzên derveyî wê bi vê netew dewletbûnê dixwazin dengê gelê Kurd bifetisînin. Netew dewlet berjewendîyên gelan bidest naxe” filan û fîstan û jehr û ziqûm.

De were û kirasê xwe neçirîne, nedirîne û serê xwe li hêt û dîwaran nexe. 

PJAK a ku navê “Kurdistan” pê ve hatiye zeliqandin, li dijî Kurdistanek serbixwe derdikeve li vê ecêbê! Law ma qebîleyên Afrîkayê jî vê pelûlê bi serê xwe û gelê xwe dadikin ji bo xwedê! Madem hûn li dijî serxwebûna Kurdistanê û “netew-dewletbûnê” ne, çima we navê “Kurdistan” bi xwe ve zeliqandiye keçko? Çima we navê xwe nekiriye Partîya Jin a Konfederasyona Rojhilata Navîn hi? Qe nebe navê Kurdistanê ji ser xwe rakin ku xelk û alem zanibe hûn ne Kurdistanî lê rizgarîxwazên dinyayê, hîvê, mars û titanîkê ne bavo, waweylê! Ma xwedê ji me û 101 bavê me stendiye ku em keç û xortên xwe di ber qûnreşên Rojhilata Navîn de bidin kujtin xaltîka Emîne?

Axir, xuyaye xaltîka me Emîne Ercîyes jî wek gellek hevalên me yên “çepên klasîk” kare ji herkesî re dewletbûn û serxwebûnê rewa bibîne, lê gava behsa serxwebûna Kurdan tê kirin, zimanê wê tê girêdan, xwêsîya wê di gewrîya wê de asê dibe.

Çima keçko, ma Kurd ji Eyşika Ereb in bavo?

Amed

About The Author