Waa Rihanê bila hezkarên Kurd li te rast neyên!

Lotikvana Ciwanik ya 24 salî û Stranbêja Navdar ya Amerîkî Rihhana ya ku di nav kurdan de wek Xaltîka Rihanê jî tê naskirin, vê carê bi teredînîtiya xwe derket pêşberê hezkarên xwe. Di wêneyê ku avêtiye ser wîtwîtkê ango bi navê xwe yê din Twitterê de, Xaltîka me Rihanê li ser serrûtekî parêzvanên xwe partîya kokaînê saz dike û kêfê li ser kêfê dike.

Rihana me ya xurifî weke ku ev rezaleta wê têr neke derdikeve ser koklîka parêzvanê xwe û dînîtî mînîtiyan dike.
Xaltîkê di ser de jî bersiva hezkarên xwe dide û dibêje; çi ji were ez çi guyî dixwim, ma min ji we re gotibû min bikin mînak ji xwe re.
Werhasil Xaltîka me ya xurifî xwe diparêze û dixwaze aqûbeta wê jî bibe wek ya Whitney Houston a ku demek berê berê xwe dabû dinyaya din.
Li gor agahîyeke me ya taybet ku ji Lotikxanê re hatiye, hezkarên Xaltîka Rihanê yên Kurd gelekî li ber vê qeşmertî û tewştîya wê ketine û dibêjin cihê ku em lê rast werin emê dawa wê rakin bi serê wê ve bipeçin. Me ya xwe got, Xaltîkê êdî tu zanî û mafê te yê lêborînê jî parastî ye.

Ji Stenbolê Hezkarekî berê yê Xaltîka Rihanê…

About The Author