Serok Barzanî ziravê gellekan qetand

Serok Barzanî bi serdanek navnetewî ji Kurdistanê derket, serdanek da Bûlgaristan, Macaristan, Amerîka û hinek welatên din û silavek li serok û rayedarên wan welatan kir. Piştî vegerîya Kurdistanê, îcar hat Tirkiyê û silavek Kurdewarî da serok û rayedarên dewleta Tirko jî.

Ev serdana serok Barzanî cûr be cûr hat şirovekirin, kêfa gellekan anî û gelek jî tirsandin, ziravqetandî kirin.

Çima ku serok Barzanî wek „Mixatabê pirsgirêka Kurd, wek temsîlkarê Kurdên her çar parçeyan“ hat nirxandin, Seloyê me, yanî hevserokê BDP Selahattîn Demîrtaş rabû ser tapanan û çend lotikên dûrî aqilan, çend lotikên nîv-Kurd nîv-Tirkane avêtin derûdorê.

Seloyê me çi bêje başe?

Got: „Barzanî nikare temsîla Kurdên bakur, rojava û rojhilat bike“ filan û fîstan.

Xuyaye av çûye bin kekê me Selo û tirs ketiye dilê wî rebenê xwedê jî.

Çima serok Barzanî nikare temsîla temamê Kurdan bike cîgerim?

 Ma tuyê temsîla Kurdan bikî ha?

Heke we wek BDP 2-3 milyon ra û deng stendibin (ku ji nîvî zêdetir jî ne BDP î ne, tenê ji dilşewatîya xwe dengên xwe dane we), 17 milyon Kurdên bakur jî li derveyî BDP ne. Naxwe wê kî temsîla wan bikî cîgerim Selo?

Çima wê serok Barzanî nikaribe temsîla wan bikî kezeb?

Ma go Barzanî bibe mixatabê pirsa Kurd û di çareserkirina pirsa Kurdên her çar parçeyan Kurdistanê de rolek baş û erênî bilîze, çima na? Çima li zora te û yên wek te tê? Ma tu ji Barzanî Kurdtir û Kurdewartirî? Na. Ma tu ji Barzanî siyasetmedartir û dîplomattirî? Na. Ma te ji Barzanî zêdetir Kurdayetî kiriye û jiyana xwe di ber Kurd û Kurdistanê de heba kiriye? Na. Ma tu ji Barzanî zêdetir azadî û yekîtîya Kurd û Kurdistanê diparêzî? Naaaaaa.

Êêêêêêêê, naxwe ev çi lotik û zîtirkên bêîman in kezeb?

Enqere

About The Author