Welatê goştê ker û bergîlan

Wê şevê li bajarê Bûrsayê ez çûm aşxaneyekê. Dilê min diçû goştê birajtî, de min go salê carekê be jî ezê zikê xwe bi goşt dagirim, bila zikê min kêf û seyranê bike.

Wele ez çûm. Min goştê xwe xest, sênîya min tije goşt kirin, selete, îsot û dew û ez ketim ser, bixweeeeeee û her bixwe, min zikê xwe kir meşk û heban.

Êvarî ez hatim malê, ketim nav livînê û razam. Yabo ma min xewnên ecêb dîtin, di xewna min de bergîl û qantiran ez didam ber lotik û zîtirkan, bi lotikên bêîman hestîyên min hûr hûrî dikirin. Wele ez ji xew veciniqîm, ez di nav xwêdanê de mabûm. Law ev çi xewn bû gidî? Ker û bergîlan çi ji min dixwest?

Axir, rabûm min lawik şand rojnameyek ji dikanê kirî, li ser masa taştê rûniştim û min rojname xwend. Ez çi bibînim başe? Li wê restoranta ku min goşt lê xwaribû goştê ker û bergîlan dihat firotin. Polîsan girtibû ser restorantê û bi tonan goştê ker û bergîlan girtibû.

Haaaaa, îcar min sedema xewna xwe û lotikên ker û bergîlan fêhm kir ellawekîl. Naxwe wan kûçikbavan goştê ker û bergîlan dabûn min jî. Û ji ber wê jî ker û bergîlan di xewnê de heyfa xwe hiltanîn û ez didam ber lotik û zîtirkên bêîman.

Wey tifûûûû, ez di wilo mirovatî, di wilo bêwîjdanî û di wilo welat de bimîzim erê wele. Law li Tirkiyê ji goştê mîh û berxan pêve her ziqûm goşt didin mirovan. Ji bo çend qirûsên zêde qezenc bikin segbavan mirov ji dîn û îman derdixin, bi jehrî dixin û dinihên qûna mirov. Ma li Tirkiyê bi navê goştê mîh û berxan çi nayê firotin, goştê berazan, goştê ker û bergîlan, goştê insan û mirovan, goştê mişk, pisîk û kûçikan, hema bi hejmartinê xilas nabe wesselam.

Îcar haya we ji restorantên Tirkiyê hebe gelî xwendevanan. Heke di xewna we de ker, bergîl, beraz û seg û pisîk êrîşî we bikin, bizanin ew restoranta ku we lê xwarin xwariye goştê her mexlûqatan difroşe û hûn sax…

Bûrsa

About The Author