XWÎŞKÊ NEDÊ NEDÊ

Zilam li malê pal vedaye, pê dihese ku diz ketîye mala wan û dixwaze diz bigire.

Bi dengek bilind ku diz bibihîze ji jina xwe re dibêje:

 “Xanim wan du kîskên zêran bîne, em bavêjin çalê. Dinya bêbext bûye, diz hene, hîz hene, bêbav hene, kes bîra çalê nabe” û du kuçeberan/keviran tavêje çalê û textê nivînan jî dibe li ser çalê datîne.

Berî bên ser çalê jî, jina xwe tenbîh dike, heke li ser çalê carekê jê bixwaze, jin bila nazdarîyan bike û nedê.

Li ser textê ser çalê radizên, zilam ji jina xwe re dibêje:

 “Heke tu carekê bidî min, ez ê sibê ji bo te cotek pêlavên panî bilinb bikirim” .

Jinik dibêje:

– “Nabe” û nazdarîyan dike.

Zilam dibêje:

“Heke tu carekê bidî min, ezê sibê ji bo te fîstanek mexmerî (cûreyek qedîfê buhaye) bikirim”.

Jinik dibê:

“ Ne, nabe, ez nadim”.

Zilam dibê:

“Heke tu carekê bidî min û dilê min xweş bikî, ezê sibê ji bo te malxurabekê (buhayê malxuraban navbera 7- 20 hezar TL ne) bikirim”.

Yê diz hew dişêt xwe ragire, ji çalê destê  xwe li textê razanê dixe û dibêje:

“ Xwîşkê nedê-nedê, wî ez xapandim, dixwaze te jî bixapîne”.

About The Author