Îcar jî “teşkîlat” li me zêde bû

Bi sê telaqan min ji vî navî hez kir.

Teşkîlat!

Navekî seksî, germik û nermik.

Wey li ser xêrê be rebbî. Dibêjin piştî komel, rêxistin, partî, weqif û nizanim çi, niha jî Teşkîlata Îslamîya Kurd hatiye damezirandin û dest bi lotikan kiriye.

Teşkîlata me di danezana xwe de dibêje, Li ser coxrafya îslamî, ji ber ku dest ji partîtî, cemaatî
û tarîqatiya zêde nayê şûştin, nagihêjin encamek erênî. Li coxrafya Kurdan, rewşa gelê Kurd yê misilman
hîn xirab e. Gelê Kurd yê bindest anîne rewşekê ku nizane çi rast e çi xelet e, ji fikrên ilmî hatiye dûrxistin
û tevliheviya fikr û raman bûye sedema bêaramiyê. Ev jî dîsa li ber yekitîya Kurdan faktorek e.“
filan û bêvan
Di danezanê de armanca TÎKê jî wilo cîh girtiye, „Ji navê teşkîlatê jî xuyaye ku ji bo gelê Kurd xebatek
perwerdehî ya erênî ye. Teşkîlat bi gelenperî sazkirinek ilmî, çandî û îctîmaî ye. Teşkîlat, di navbera kes û civakan de wekheviyê diparêze û ticara ciyawaziya ol, nijad û ziman nake. Armanc ew e ku rewşa gelê Kurd a îctîmaî û perwerdeyê, derxine asta gelên din.“
Filan û xeftan.

Wele bavo tiştekî başe, lotikek bi xêr û bêr e. Wê teşkîlata me rewşa perwerdeya Kurdan bighîne asta gelên din û wan bifirîne ezmanê heftan.

De Teşkîlata Îslamîya Kurd li ser xêrê be, pîroz û bimbarek be rebbî..

Helbet heke TÎK rewşa Kurdan bighîne asta gelên din, lotikek başe. Bela rewşa Kurdan negihîne asta gelên Efrîkayê bavo, wekî din xem nake…  

Sêrt

About The Author