Haydê PÎK, rabe ser xwe weke DÎK!

Bismîllahirrahmanirrehîm…

Dibêjin Partîya Îslamî ya Kurdistanî PÎK li ber avabûnê ye, rêber û serwerên wê di nav xebatek bêhempa de ne, bi şev û roj dixebitin û dest bi lotikên Kurdistanî kirine.

Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Amedê be, dibêjin li ser navê PÎK ê kekê me Parêzer Sitqi Zîlan peyivîye û kêm zêde çarçoveya armancên PÎK ê eşkere kiriye.

Belkî ev cara yekê ye ku di siyaseta legal a Tirkiyê û bakurê Kurdistanê de partîyek Kurd bi navê „Kurdistanê“ derdikeve rê û helwestek Kurdistanî datîne. Her çiqas makzagona Tirkiyê rê nade ku partîyên Kurd bi navê Kurd û Kurdistanê siyasetê bikin jî, lê danîna vê helwestê û bikaranîna navê Kurdistanê bi serê xwe lotikek Kurdewarî û pîroz e. Ez bawer nakim dezgehên dewletê partîyek bi navê Kurdistanê qebûl bikin. Lê avêtina vê gavê pîroz û bimbarek e.

Ji zû de Partî Demokratî Lotikxane dikir qareqar û digot „Çima Kurd partîyek Kurd-Îslam“ ava nakin û dev ji dûvikê îslamîstên şovenîstên Tirk bernadin hewarêêêêêê“ û gilî û gazind dikir.  Derketina PÎK ê wek partîyek Kurd-îslam dide xuyakirin ku îslamîst û misilmanên Kurd êdî li rastîya xwe vedigerin, sextekarîya îslamîstên Tirkên şovenîst nas dikin û dibînin ku îslamîstên Tirk misilmantîyê û dînê îslamê tenê ji bo berjewendîyên xwe û dewleta xwe bi kar tînin.

Li gora ku kekê me Sitqi Zîlan daye zanîn, wê PÎK hewl bide ku Kurdên misilman – çi yên di nava partîyên Tirkan de, çi jî yên li derveyî wan-  li dora xwe vehewîne, Kurdan hişyar bike ku dev ji daw û dûvikên îslamîstên şovenîst berdin, wan bîne ser xeta Kurd û Kurdistanîbûnê û  ji bo bidestxistina „mafê çarenûsî“ berê wan bide siyasetek Kurd û Kurdistanî, misilmantîyek durust û rasteqîn.

Kekê me Zîlan dibêje ku „Emê qet dijminatîya partîyên din ên Kurd nekin, emê bi wan re di nava tifaqê de bin, bê tifaq û hevkarî bidestxistina azadî û edaletê pêk nayê“ û  daye zanîn ku wê PÎK şerê Kurdan neke.

Belê, PÎK ji bo bidestxistina “Mafê çarenûsa gelê Kurd” dadikeve qada siyasetê û wê siyasetek Kurd û Kurdistanî, misilmantîyek Kurd û Kurdistanî bimeşîne.

Em wek sofî û melleyên alîgirên Partî Demokratî Lotikxane ji niha de lotika PÎK ê pîroz dikin, xwedayê mezin 71 horîyên bihuştê bike qismetê her endamekî wê rebbî..

Mûş

About The Author