Hezkirina keça êzîdî

Ji zaroktiya xwe di dema şahî û dawetan de ji mezinan ev gotin bihîstiye: ‘‘Şikir roja îroyîn re. Qîza êzdî kurê êzdî distîne, kurê êzdî qîza êzdî distîne. Şikir roja îroyîn re…’’.

Min fam nedikir. Meraq jî nedikir: ev çi gotin in û ji bo çi tên gotin. Ka ev çi şabûn e. Ji bo mezinan zewaca zarokan jixwe şabûn e. Ma êdî taybetiya zewaca keç û xortê êzdî çi ye?

Sal derbas bûn… bi nasandina dîroka xwe min ev gotin jî fam kir. Bi hevgirtina qîz û xortê êzdî şabûna mezinên xwe jî fam kir. Ma çawa şad nebin? Di nav hezaran salan re, bi derbaskirina heftê û du fermanan, bi xwîna milyon şehîdan dînê Êzdayetiyê gîhandine roja îroyîn û her roj li ber tunebûnê li berxwe didin. Hevgirtina qîz û xortê êzdî jî garantî ya berdewamiya vê hebûnê ye.

Di demên dawî de çend kuştin û xwekuştinên keçên êzîdî dilê me têra xwe êşandin. Di çapemeniyê de jî ev bûyer bi nêzîkatiyên curbicur ve hatin şîrove kirin. Jixwe çapemeniya îroyîn zêde hewl nade sedem û pêşdîroka bûyeran bişopîne. Tenê agahiyên balkêş radigihînin û xelas. Êdî piştre di nav civakê de çi tê famkirin, çawa tê şîrovekirin: ne xem a kesekî ye. Tenê balkêş be û zêde were xwendin.

Gelek kes dê û bavên van keçikan sûcdar dikin. Gelek kes jî ev bûyer bi dînê Êzdayetiyê ve girê didin. Lê belê, bûyerên wisa di nav hemû netew û olan de jî diqewimin.

Tê ragihandin: ‘‘Keçeke êzîdî ji ber evîna qedexe xwe kuşt’’.

Di encamê de çi bû: jiyanek hîn di bihara xwe de qut bû, evînek hate tunekirin û malbatek ji ber xwekuştina keça xwe bi barekî giran li ser ruhê xwe her roja xwedê xwe sûcdar dike. Êdî nabêjim ku her bûyereke wisa dibe nexweşîyek ji bo civakê û saxlemiya wê ya psîkolojîk tune dike. Ji bo şîrove, dîtin û rexneyan mirov amade ne, lê belê, ti sûd ji van gotinan nayê girtin.

Xwekuştin bixwe di vê serdemê de pirsgirêkeke gerdûnî ye û roj bi roj zêdetir dibe. Li gorî heljimarê di cîhanê de her sal milyon kes xwekuştinê pêk tîne, cêribandinên xwekuştinê jî deh car zêde ne.

Di nav civakên pêşketî de gelek sazî û dewlet bixwe hewl didin vê nexweşiyê bişopînin û tune bikin.

Lê ji bo gelê kurd, ê ku li tevahiya cîhanê belav bûye, li ser axa xwe bûye çar parçe û hîn ji bo hebûna xwe têkoşînê dimeşîne, pirsa ‘‘xwekuştin’’ê zêde meraq nake. Dane tên komkirin, şopandinên şexsî pêk tên, lê bi awayeke giştî ti hewldan li holê tuneye.

Xwekuştin (suicide) bixwe zanistek e. Kiryara xwekuştinê bala psîkolog (derûnnas), sosyolog (civaknas), hiqûqnas, pedegog û zanyaran dikişîne. Gelek xebatên hunerî jî li ser vê mijarê hatine afirandin.

Xwekuştin bi sedemên curbicur û bi şêwazên curbicur ve pêk tê. Li ser sedemên ku ji bo hemû miletan bi giştî ne, di nav kurdan de ji ber rewşa gel sedem bêtir zêde ne. Xwekuştin jî zêde zêde pêk tên.

Divê bi awayeke giştî hemû hêz û sazîyên civakî li hember vê têbikoşin. Divê amûrên çapemeniyê jî zanînên psîkolojîk bigihînin gel, ji bo ku tucar û bi tu awayî xwekuştin rêya çareseriyê neyê dîtin.

Em vegerin li ser xwekuştina keça êzîdî. Evîna qedexe… malbat qedexe kiriye… Çima…

Di nav me kurdan de gelek destanên evînê hene: ‘‘Mem û Zîn’’, ‘‘Siyabend û Xecê’’, ‘‘Dewrêşê Evdî û Edûlê’’ û hwd. Lê ew hemî trajedî ne. Çîrokeke evîna şad di nav me kurdan de tuneye. Ew destan ji bo me pîrozin. Em wan diparêzin, bi wan şanazin, bi wan hestiyar dibin, lê qet ders jê nayê girtin. Îro jî Mem û Zîn têne kuştin. Îro jî evîna ciwanan ji aliyê malbat û xêrnexwazan ve tê tunekirin. Çima! Ma ne evîn pîroz e. Ma ne evîn bingeha bextewariya malbatê ye. Çima dê, bav û bira hezkirina keça xwe tune dikin?

Ji ber ku di jiyanê de ji bilî evînê pîrozîyên din jî hene, nirxên din jî hene û tucar divê neyên jibîrkirin.

Kurdên êzîdî weku li welatê xwe, ducar ewqas jî li tevahiya dinyayê xerîb in. Di nav netewên biyanî û oldarên biyanî de her roj û her deqe li berxwe didin bo ku ne tenê nasnameya xwe ya Kurdî, her wisa nasnameya Êzîdî wenda nekin. Û di nav xelkê de, di nav têkîldariya rojane de dibe ku keç an xortê êzîdî ji yekî/ê biyanî hez bike. Û divê çi? Her kesê ku ji yekî/a biyanî hez kir, divê tev bizewice? Ma dînê bav û kalan wê çawa bibe? Ma ji bo çi bi milyonan êzîdî şehîd bûn? Ma ji bo çi bav û kalên me dev ji axa xwe berdan û berê xwe dan xerîbiyê?

Ji bo parastina dînê xwe! Ji bo ku Êzdayetî nifş bi nifş were xwedîkirin. Û îro mafê me tune ji bo dilxweşiya şexsî dîrokekê tune bikin. Mafê me tune.

Qedexeyên olî ji bo zewacê di nav hemû olan de jî hene. Lê ji bo êzdiyan ew qedexe ferztir e. Ji ber hezaran qirkirin û asîmîlekirinê di nav cîhanê de îro hejmara Êzdiyan pir hindik e. Eger hewldan tunebe, ola resen bi rastî wê wenda bibe.

Di felsefeya Êzdayetiyê de: ‘‘Ti ol ji ya din heqtir an neheqtir nîn e. Derheqê ti baweriyê de xerab nayê gotin. Hemberî xwe ti olî biçûk an mezin nabîne’’. Lê belê: ‘‘Ew Kesê ji dê û bavê êzdî çêbûye Êzdî ye’’.

Tê wê manê ku, eger yekî/e êzdî bi yeke/î ne êzdî re bizewice, zarokên wan êdî ne êzdî ne.

Keça êzdî ji yekî biyanî hez kiriye… divê çi bê kirin: divê lê bikujin? An bigihînin wê astê ku ew xwekuştinê pêk bîne? Bêguman, ne yek, ne jî ya din ne rêbazin û bi ti awayî nayên pejirandin.

Enstituya perwerdeya olî ji bo êzdiyan tenê malbat e. Eger her malbat ji zaroktiyê anîna dîn, erf û adet, nirx û pîrozîyên Êzdayetiyê zarokên xwe hîn bike, eger bi ruhê Êzdayetiyê wan perwerde bike û bigihîne hiş û aqilê wan, ku em ji bo mîrasa bav û kalan berpirsiyarin, piştre êdî hewcetiya ti qedexeyan wê nemîne.

Êzdayetî ji bo me ne tenê ol e. Ew mîrasa me ye, dîroka me ye, bîranîna xwîna pêşîyên me ye, rûmet û hebûna me ye, çand û jiyana me ye. Û berî her kesî divê em – keçên êzdî xwedî lê derkevin û biparêzin.

Di destpêka sedsala 20’î de li vir Ermenîstanê bi hejmara xwe gelek kurdên misilman mane. Her wisa azerî jî hebûne. Ji ber ku dînê wan yek bû, digotin: em birayê hev in û qîzê xwe didan hevdu. Ew malbat êdî nasnameya xwe ya Kurdî wenda dikirin. Lê kurdên êzdî bi qedexeya zewacê dînê xwe ya resen parastin, û bi parastina Êzdîtiyê Kurdîtî jî hate parastin. Ev rastîyek e ku nayê nîqaşkirin.

Bêguman, Evîn pîroz e! Evîn xweş e! Lê xwedî li nasnameya xwe derketin jî pîroz û xweş e!

Divê evîn bi xweînkarkirinê bi ser nekeve. Divê kuştin û xwekuştin weke rêyên çareseriyê neyên dîtin.

Di hemû şert û mercan de divê qîmeta jiyanê neyê nîqaşkirin. Jiyan bixwe derfet û çareserî ye.

Jiyan ji xwe evîn e. Jiyana herî birûmet jî xwenasîn û li xwe xwedî derketin e.

Hezkirin û keça êzîdî… bêguman, divê hez bike… û di dilê xwe de bi parastina evîna xwe xwedî li pîrozîyên ol û netewa xwe derkeve.  

nukurd.com

 

About The Author