EZÊ MIZGEFTÊ BIKIM DÊR

 Memedê Goyî  li bajarê Culemêrgê  tacirek berbiçav e. Demên şoreşgerî mode bû guhkên wî jî di nav şoreşgeran de xuya bû. Li rex xanîyê wî bi qasî 80 mitroyan çargoşe depoya qunberan/ dînamîtan ya dewletê  hebû. Pîştî rakirina depoyê cihê wê vala ma. Memed wê depoyê ji bo taxa xwe dike mizgeft/camî.

Dema artêşa Emerîka dikeve Iraqê û Kurd bi raperînan welatê xwe azad dikin, tirsa ku wê Kurdên bakur jî çav bidin wan û dest bi raperînan bikin, dikeve dilê dewleta Tirkan. Rayedarek paye bilinb yên artêşê diçe mala Memed û jê re dibêje: Were bibe hevalê me û bi me re bixebite.Vaye Emerîkanîyên kafir heta Zaxo û Amêdîyê hatine û mizgeft tev  xirab kirine. Dibe ku nêz de bên bikevin Culemêrgê jî. Dema bikevin Culemêrgê wê mizgeftan jî xira bikin. Eşîreta te li ser tuxûb e, qedirê te digirin û gotina te dikin.  Bila biçin şerê gawirên Emerîkayî. Hûn çiqas pare û sîlehan/çekan dixwazin emê bidin we, ez qencîya te dixwazim.”

Memed dibê: ” Tu li min nefikire, dema Emerîkî hatin, EZÊ MIZGEFTÊ BIKIM DÊR.”

About The Author