Ji tirsa Hisko, ji ser hespê hat xwarê!

Li Binxetê (Rojavayê Kurdistanê), Hisko bi nav û deng bû, li gor ku xelk dibêjin, ma kî hebû ku ji wî neditirsiya! Dema navê wî dihat ser zimên, yê dibihîst ji sawa wî dilerizî û dibû terp-terpa dilê wî!

Dibêjin xwedêgiravî lotikên wî gelekî dijwar bûn! Îca rojekê, li wan çol û riyên dora Topiz, gundê ku Hisko lê axa bû, siwarekî li hespê pêrgî Hisko tê, lê wî nas nake û jê dipirse: Gelo wê mirov çilo bighê Topiz?

Hisko lê vegerand: Ma çi îş û karê te li Topiz heye law?

Siwarê me got: Welleh ez dixwazim biçim Hisko bibînim.

Hisko gotê: Ma tu Hisko bibînî tê wî nas bikî?

Siwar: Na welleh ez wî nasnakim.

 Îca dema Hisko jêre dibêje: Ez Hisko me, Hema yê siwar, ji tirsa, ji ser hespa xwe tê xwarê, li erdê vedizile û ji hişê xwe diçe!

Berî demeke kurt, li gor gelac û melacên li ser fisbûk û misbûkê, kernêt ûmernêtê, dibêjin xwedêgiravî (li ser bextê wan be haaa!) Qayimqamê bajarê Silêmanîyê “Zana” di avahiya asayîşê de hat xeniqandin û bêmane tirr û du fis jî jê berdan! Lê berpirsên asayîşê dibêjin dîsa xwedêgiravî, wî xwe xeniqandiye!!!

Berî ew Qayimqam xwe bixeniqîne, bibûrin bê xeniqandin, li ba asayîşê li ser dizya bi milyonên dolaran (bi riya firotina erdê hikûmetê) girtî bû, lê mirov bextê xwe xerab neke, şirîkên wî jî qerase û merasên asayîşê bûn haaa! Dema yê Qayimqam erd difrotin, serokê asayîşê, yê niha wê demê serokê şaredariya Silêmanîyê bû. Îcar hesab li ba we!

Çima mesela Hisko hat bîra min?

Dema Qayimqamê Silêmanîyê li ba asayîş girtî bû, şûna xirpo vala mabû, îcar yek ji rêvebirên nahya dora Silêmanîyê anîn û xistin şûna wî. Roja ku yê Qayimqam xwe fetisand, bibûrin hat fetisandin, dema Qayimqamê taze, zavayê taze bihîst, hema li ser piyan, li bin guhê erdê dikeve û bêxîreto tê bigota ne niha mirî ye, lêbelê ev heft salên wî ku mirî ye!

Qayimqam çû! Xwe fetisand, hat fetisandin, mid wî ve! Ji kîsî xwe û zarokên xwe ve çû! Ya giring ew e Kurd û bi taybetî Kurdên Başûr, serên xwe ji nav koma qûmê derxin û di diwaroja Kurd û Kurdistanê de fakir bikin. Çewalên dolaran, tenkerên petrolê, firotina erdan, fetisandina mirovan ji bo Kurdan wek agirê dojeha misilmanan e!

 Rewşa Başûr berbi başiyê ve naçe. Do li Zaxo, îro li Hewlêr û sibe dibe li Silêmanîyê dest pê bike. Bera vê carê jî welat nebe qurbana xirrê melayekî zinêkar û berpirsekî diz  ku sibe dusibe ew jî wek Zanayê Qayimqam ji bo çewalê dolaran xwe bifetisîne yanjî bê fetisandin!

Kurdistan

About The Author