Xalidê me lotikek pîroz avêt

Nivîskarê me Xalidê Hekarî piştî xebatek dûdirêj û bêhempa pirtûka xwe ya bi navê „Ji dermanxaneya siruştê zerzewatên şîfadar“ derxist û serê me bilind kir.

Belkî li bakurê Kurdistanê cara yekem be pirtûkek bi Kurmancî, bi zimanekî sivik û zelal, bi zimanekî rêk û pêk û li ser gîha, pincar, nebat, zerzewat û fêkîyan tê derxistin. Di pirtûkê de fayde û bikêrkatinên fêkî û nebatên xwezayî, kîjan fêkî yan hêşînahî ji bo çi baş û derman e hatiye nivîsandin. Xalidê Hekarî hem serê xwe pê re pir êşandiye û hem jî xizmetek mezin ji çand û zimanê Kurdî re kiriye. Pirtûk bi alîkarîya weşanxaneya Nûbihar hatiye weşandin. Li vir em spasîya kekê xwe Xalidê Hekarî û herweha spasîya xebatkarên Nûbiharê dikin ku ev berhema hêja diyarî Kurdan kirine.

Wek hûn zanin, piranîya derman û antîbîyotîkan ji fêkî, nebat û gîhayên çolê tên çêkirin. Li gora ku Xalidê Hekarî ji me re gotiye, kesên ku vê pirtûkê bikirin û bixwînin, heta bi mirinê jî xwe nêzîkî doktor û dermanan nakin. Çima? Ji ber ku ev pirtûk  xezîneya derman û nexweşîyan e û kesên ku vê pirtûkê bixwînin û bi kar bînin, ne nexweşî xwe nêzîkî wan dike û ne jî melkemot û ezraîl kare bi wan.

Îcar hûn zanin…

About The Author