Kî bi zarokê xwe re bi Kurdî diaxive?

Ew kesên ku dibêjin em siyasetmedar û rewşenbîrên vî gelî ne û bi zarokên xwe re bi Kurdî naaxivin, ew durû, ne durust û ne paqij in. Agirê dojehê jî wan napejirîne. Ew ne Kurd, lê kujerên Kurdî ne, kujerên zarokên xwe û pêşeroja vî gelî ne

Roja Cejna Zimanê Kurdî, li bi taybet dayikên Kurd, zarokên Kurd û li hemû Kurdên ku li ku devera cîhanê dibin bila bibin, bi bihîstyarî tevdigerin û bi zarokên xwe re bi Kurdî diaxivin, wan bi her awayî mîna Kurdek digihêjînin, pîroz be.

Derbarê grîngiya ziman de gelek tişt hatin gotin û nivîsîn û bi salan e gelek çalakî têne kirin, gelek soz û bext têne dayîn. Me jî mîna malper ev 7 sal in û kete sala 8an ku gelek caran gotar nivîsîn, dosye amade kirin, kampanyayên îmzeyan durust kirin gelek gotarên derbarê rêziman de weşandin. Ev hemî bê guman sedemên dilxweşiyê ne, lê gelo têre dikin? Bê guman ku na!

Di van salên dawîn de mirov dibîne ku di xwendin û nivîsandina Kurdî de jî pêşketineke berçav heye. Gelek weşanên bi Kurdî hene, mîna bi dehan Tv û radyo û bi sedan malperên Kurdî. Her wiha di cîhana wêjeya Kurdî de jî pêşketineke berçav heye lewre her sal zêdetir pirtûkên bi Kurdî çi roman, çi çîrok, çi helbest çi lêkolîn, çi werger be, têne weşandin ku ev jî ciyê dilxweşiyê ye; lê têre dike? Bê guman ku na!

Ji destpêkê ve li dijî Tevgera Azadiyê bi taybet jî derbarê ziman de rexneyên tûj dihatine kirin. Hin derdor ev rexne manîpule dikirin û dikirin sedem û bingehên hin êrîşên xwe; ew ne têde, lê rexneyên bi taybet derbarê ziman de li gor min pir di cî de bûn, lewre tevgerê her çendî ji hemû rêxistin û tevgerên din ên Kurd bêtir di pratîkê de ji bo ziman hin tişt dikirin jî (mîna rojname, kovar, tv, radyo, enstîtu, saziyên çandî û hwd.) lê mixabin ku Kurdiya li van deran jî, bi piranî û giranî tenê bi kêliyên kar ve bi sînor bûn, lewre kedkar û xebatkarên van sazî û dezgehan bi xwe jî bi giranî di nav xwe de bi tirkî diaxivîn ku ev hîn jî ji sedî sed nehatiye çareserkirin, mixabin. Her wiha di perwerdeyên Tevgera Azadiyê de û di dan û stendinên rojane de jî ji sedî 90 tirkî desthilatdar bû. Lewre nêrîneke şaş hebû ku digotin ”Em ê bi zimanê dijmin li dijmin bidin.” Axir ciyê şahî û dilxweşiyê ye ku bi taybet jî ev çend salên dawîn in ku ev nêrîn bi temamî têk çûye û di nav tevgerê de jî ji perwerdeyan bigirin heya têkiliyên rojane û daxuyaniyên wan ên çapemeniyê jî bi giranî êdî Kurdî ne, ango Kurdî niha bêtir desthilatdar e. Dil dixwaze ku bandor û bikaranîna tirkî ji sedî sed ji nav tevgerê rabe. Bê guman ku ev pêşketin jî ji yên din bêtir sedema şahî û dilxweşiyê ye, lewra gel li rêber û pêşengên xwe dinihêrin û wan mînak digirin. Lê gelo ev bi xwe jî têre dike? Bê guman ku na!

Niha di warê kar û xebatên siyaseta legal de jî, Kurdî û perwerdeya bi zimanê Kurdî bûye daxwaz, armanc û xala yekem a xeta siyasî ku ev jî xebat û armanceke pir grîng û pîroz e bê guman; lê têre dike? Na!.

Baş e çima Na? Lewra, ew ziman çiqasî xurt dibe bila bibe, bi wî zimanî çi kar û xebat têne kirin bilala bêne kirin, ew ziman li ku derê tê bikaranîn bila bê bikaranîn, dema û heya zimanek, li gel hemû xeml û rengên xwe ve, xwe dewrî nifşa nû neke mahkûmê têkçûn û wendabûnê ye. Bi ziman re giyan têk diçe. Zarok bi kîjan zimanî mezin bibin, giyana wî zimanî û wî gelî digirin. Û eger bi giyana gelekî din mezin bibin jî, bêtir çelexwarî dibin, lewra ne li ser koka xwe şîn dibin.

Ji bo neteweyekî, gelekî, ziman her tişt e!.. Dema ziman nebe tu tiştek nabe, lewra giyana mirovan bi zimanê mirovan tê honandin, xemilandin û kemilandin. Bê guman ku dikare gelek tişt bê gotin û mînak bêne dayîn di vî warî de ku gelek gotar û lêkolînên di vî warî de jî hatine weşandin. Kin û kurt; mirov bi zimanê xwe ve heye, ziman tunebe mirov mîna gel, mîna netew, mîna nasname, mîna kesayet tuneye û ne tu tişt e.

Ji ber van sedeman jî, ew hemû kar û xebat û pêşketinên di warê ziman de yên erênî, dema bi taybet siyasetmedar û rewşenbîrên vî gelî qaşo doza ziman bikin û bi zarokên xwe re bi zimanê dijminê xwe biaxivin, ew kar û xebat nakin qurişekî!..

Ew kesên ku dibêjin em siyasetmedar û rewşenbîrên vî gelî ne û bi zarokên xwe re bi Kurdî naaxivin, ango bi giranî bi tirkî diaxivin, ew durû, ne durust û ne paqij in. Agirê dojehê jî wan napejirîne. Ew ne Kurd, lê kujerên Kurdî ne, kujerên zarokên xwe û pêşeroja vî gelî ne. Loma jî ciyê wan ne nav siyaset û rewşenbîriya vî gelî ye, ciyê wan li ba celladên vî gelî ye. Heta ew ji wan celadan jî xerabtir in, lewra celad aşkere celadiya xwe dike, ev li ser navê me û pêşeroja me celadiya me û pêşeroja me dikin.

Me di kampanyayeke xwe de wiha gotibû: ”Ji bo ku zimanê Kurdî carek din bikeve nav civakê û bibe zimanê rojane…
Ji bo ku dê û bav nebine kujerên xwe û zarokên xwe…
Ji bo ku zarok nebin biyaniyên ziman, çand, dîrok û hemû nirx û rûmetên xwe û bi van re jî nebin biyaniyên hebûna xwe..
Ji bo ku em ji xwe û zarokên me jî, ji me şerm nekin û nerevin…
Ji bo ku em dîroka xwe ya hezarên salan bi zarokên xwe re nekujin û binax nekin…
Ji bo ku dîroka me, navên me, gotinên me yên pêşiyan, cejnên me, stran, kilam, muzîk û hunerên me û hemû nirx û rûmetên me nebine malê talan û bazarê û pariyê devê guran…
Ji bo ku zarokên me nebine zarokên xelkê…
Û ji bo gelek tiştên din ku hebûn û rûmetên jiyana me ne, divê em li zimanê xwe xwedî derkevin, jê hez bikin û ji ber tu sedemî bi zarokên xwe re bi tu zimanekî din neaxivin. 
     Ji bo van jî girîng e ku ZIMANÊ SIYASETÊ BIBE KURDÎ.

Û ez li ser zêde dikim: Bila siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin, beriya her tiştî û her kesî bila zimanê nava mala wan û têkiliyên wan ên rojane bibe Kurdî!..

Ji bo vê û bi munasebeta Roja Cejna Zimanê Kurdî jî, em ê kampanyayeke din bidine destpêkirin. Armanca vê kampanyayê dê şermezarkirina kesên ku ji xwe re dibêjin em siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd in û di mala xwe de, bi zarokên xwe re bi Kurdî naaxivin e. Em ê encama vê kampanyayê bişînin ji çapemeniyê re û ji sazî û dezgehên Kurd re. Ez hêvîdar im her kesek di warê zimanê xwe de bihîstyar beşdarî vê kampanyayê bibe û ji bo geşkirin û dengdana vê kampanyayê bi me re bibe alîkar û îmzeyan berhev bike.

Li gel rêz û silavan.

Amîda Kurd

About The Author