Erebên qûnreş lotikek li me xist

Kêfa me hat, me go tîma Kurdistanê ket nav tîmên navnetewî û ji alî FÎFA ve hat pejirandin.

Piştî ku tîma Kurdistanê 3 gol xistin Morîtanya û doxîn ji wan şemitand, li beramber Filistînê jî 1 û 1 pata man, kesî doxîn li kesî sist nekir û kêfa me hat, me go de xem nake. Lê bavo me nizanîbû ku lotikên Tûnisîyên qûnreş ji zîtirkên bergîlan xirabtir in ellawekîl.

Ma law Tûnisî û zora Kurdan bibin?

Ma ev karê aqila ye?

Yan lîztikvanên me nanê bêxwê (kellê) xwaribûn?

Yan wê rojê têr goştê elokan nexwaribûn?

Wellle virde wêde nizanim, ez zanim ku Tûnisîyên qûnreş tirr ji tîma Kurdistanê berda, paşûpê lotikek li me xist û berê me da Kurdistanê, em ji fînalê avêtin der.

Lê dibêjin “Fêda gavanan nîhandina keran e”.

Ê me jî fêda me ev e ku FÎFAyê em qebûlkirin û em ketin nav tîmên navnetewî.

De heta pêşbirkek din xwedê kerîm û rehîm e lo, ma hey wê rojekê Kurd heyfa van rojan hilînin…

Kurdistan

About The Author