Bavê petrol û gazê

Hevpeyvîn li gel Prof. Nadir Nadirov

 
Nadirê Kerem ango Akademisyen û Profesor Nadir Nadirov. Ew li seranserê dinyayê, yek ji navdartirîn zanyarê petro-kîmyayê ye. Nadirov Serokê Rûmetê yê Yekîtiya Kurdên Sovyetê û Endamê Asambleya Gelên Kazakistanê ye. Ji sala 1993’yan ve Endamê Herdemî yê Akademiya Zanyariyê ya Neteweyî ya Kazakistanê ye. Nadirov xwediyê van xelatan e: ‘Pêşengê perwerdehiya Gel a Komara Federatîf a Sovyet Sosyalîst a Rûsyayê’ (1967), ‘Li ser navê Zanyarî û Teknîkê Xelata Dewletê ya Kazakistanê ya Komarên Sovyeta Sosyalîst’(1980), ‘Di warê Zanyarî û Teknîkê de Xelata Kedkarê Emekdar a Kazakistana Komarên Sovyeta Sosyalîst’ (1982), ‘Xelata Kaşifê Yekitiya Komarên Sovyeta Sosyalîst’ (1985), ‘Petrolkarê Fexrî yê Yekitiya Komarên Sovyeta Sosyalîst’ (1991), ‘Endezyarê Muhteşem yê Sedsala 20’an’ (2000) û ‘Endezyarê Fexrî yê Kazakistanê’ (2001)
Nadir Nadirov her wiha di sala 1981’ê de layiqî ‘Madalyaya Kedê ya Ala Sor’ a Yekitiya Komarên Sovyeta Sosyalîst, di sala 1999’an de layiqî madalyaya ‘Kurmet’ a Kazakistanê, di sala 2006’an de jî layiqî madalyaya ‘Dostik’ ê hatiye dîtin. Di sala 2003’yan de li Fransayê, ji hêla Yekitiya Piştgirîkirina Sanayiya Navneteweyî ve, ji bo keda wî ya pêşdebirina sanayiyê, bi ‘Madalyaya Zêrîn a SPI’ yê ve hatiye xelatkirin. Heman dezgeh di sala 2004’an de tevî ‘Madalyaya Napoleon, nasnavê ‘Mereşalê Zanyariyê’ jî dayê. Ji bilî van xelatan Nadirov xwediyê bi dehan xelatên dewletî û navdewletî ye.

Nadir Nadirov heta niha bêhtirî 950 gotarên zanistî nivîsandine. Xwediyê 250 patentên zanyarî ye. 35 kitêbên wî hatine weşandin. 2 kitêbên wî li ser jiyana wî û jiyana kurdên Kazakistanê ne: ‘Em kurdên Kazakistanê’ 2003, Alma Ata, 530 rûpel, bi Rûsî’ û ‘Ferqiya Wext’ 2008, Alma Ata, 700 rûpel, bi Rûsî.’ Nadirov, ji sala 1996’an ve ser-redaktoriya kovara ‘Petrol û Gazê’ dike ku bi serpereştiya wî dest bi weşanê kiriye.


Destpêka sala 2012’an, li Alma Ataya Kazakistanê min beşdarî 2 merasîmên 80 saliya Nadir Nadirov kir. Çend roj paşê jî li avahiya karê wî, tevî Rojnameger û Helbestvan Hesenê Hecîsilêman û Tamara Eliyê Mamed em lê qesidîn. Min li ser jiyana wî, sirgunên 1944 û 1937’an, birin û neanîna ’44 Mêran’, li Moskovayê hevnasiya wî ya bi Mele Mustefa Barzanî, petrol û gaz, zanyariya wî, kulfeta wî Helîma Emo, zarok-nevî-bûkên wî, rewşa kurdan, hêvî û daxwazên wî jê pirsî, ilimdarê mezin Nadir Nadirov bi dilekî xweş û rûyekî geş bersivand…
***
– Nadirê Kerem kî ye? Êl, eşîr, malbat. Bav kî ye, bapîr kî ye?

– Ez Nadirê Kerem, bi gotineke din Nadir Nadirov di sala 1932’yan de, li gundê Qîqaça Nexçîvanê hatime dinyayê.
Kalikê min Nadirê Ehmed e. Jê re Hacî Nadir digotin. Navê wî li min kirine. Bav û kalên me kurdên Wanê ne. Tevahiya kalikên min li Wanê hatine dinyayê û li Wanê jî çûne rehma Xwedê. Ji sala 1920 heta 1925’an, dewleta tirkan kurd gelek êşandin. Ew kirine hepis û zîndanan. Yek ji wan kalikê min bixwe bûye. 1918’ê salê ye, 1920’ê salê ye baş nizanim, bi peyatî çûye hecê û hatiye. Çûna hecê wê demê wisa ne hêsan bû. An divê tu dewletî bûyayî, dewleta te hebûya, an divê baweriyeke te ya xurt hebûya, an jî divê tu mêrxas bûyayî. Bi qasî ku ji me re hatiye gotin, kalikê min keriyek pez daye pêşiya xwe, çûye li hecê serjê kiriye, bûye hecî û hatiye. (di ber xwe re dibişire û berdewam dike) Di dema wan de 6 mehan dimeşiyan heta ku diçûn hecê. Lê niha li balafirê siwar dibin, 3 saet paşê peya dibin, çend roj paşê vedigerin û dibêjin; ‘va ye em bûne hecî!’ (berê xwe dide Hesenê Hecîsilêman ku wê gavê li cıvata me rûniştiye û dibêje) Tevî kalikê min, kalikê vî camêrî jî 6 mehên xwe di rê û dirbên hecê de derbas kirine. Piştî ku kalikê min ji hecê vedigere Wanê, qedrê wî di nav civatê de bilindtir dibe.
Herçî bavê min e, Keremê Hacî Nadir e. Jê re ‘Axê Beşka’ û ‘Kerem Axa’ digotin. Em bixwe Birûkî ne. Beşka, beşek ji Eşîra Birûkan e. Bavê min Beşkî ye, diya min Şawlikî ye. Hê gava bavê min ciwan e, ji ber zilma Roma Reş bar dikin têne ber Çemê Aras. Xwe li Çemê Aras dixin, derbasî hêla Nexçîvanê dibin ku vê gavê di nav sînorên dewleta Azerbaycanê de ye. Helbet gava derbas bûne, hikûmdariya Sovyetan bûye. Li wê derê gundekî Beşka ji xwe re ava dikin. Navê wê ‘Qîqaç’ datînin. Qerkî ji xwe re gundekî çêdikin. Herçî ji ber zilma Tirkiyê direvin tên wir, ji xwe re gundan ava dikin. Ev salên ku ez behs dikim, 1925-1926 in.
– Piştî şikestina Şêrê Şêx Seîd ne wisa?

– Erê, sihetxweş! Piştî şikestina Şêrê Şêx Seîd. Jixwe sedemek jî Şerê Şêx Seîd e ku êl û eşîrên giran wisa fermalû û terkeserê dinyayê dibin.
Ez di serma û seqema meha yekê ya sala 1932’yan hatime dinyayê. 1936’ê salê bavê min diçe rehma Xwedê. Gora wî li gundê Qîqaçê ye. Gava bavê min dimire, ez 5 salî bûme. Em tevî diya min 9 kes, sala 1937’an têne sirgunkirin. Ji gundê Qîqaçê, em sirgunê Kazakistanê kirine.
Sirguna 1937’an tê bîra te? We sirgun û rêwîtiyeke çawa dît. Dikarî hinek behsa wan rojên dijwar bikî?
Li vê derê 3 cure kurd hene. Qismek ji wan di sala 1937’an de hatine sirgunkirn. Ji Ermenîstanê û Nexçîwanê hatine sirgunkirin. Ew em in. Em sirgunên yekemîn in. Qismek ji wan di sala 1944’an de hatine sirgunkirin. Ew jî kurdên Gurcistanê ne. Li vê derê Ezîzê Ziyo Bedirxan heye, bawer im tu nas dikî. Ew sirgunê 1944’ê salê ye. Qismek jî piştî salên 1990’î ango piştî Şerê Qerebaxê hatin ku wekî Şerê Azeriyan û Ermeniyan tê zanîn. Kinyazê Îbrahîm jî yek ji wan kesan e ku piştî Şerê Ermeniyan û Azeriyan hatiye vir.
Rojên sirgunê rojên pir xerab, dijwar û çetin bû. Gotinek din av kurdan de heye. Dibêjin; ‘dê weledê xwe davêjin!’ nêzîkî du mehan em di riyan de man. Gelek kes di wan vagonên trênan de, ji ber birçîbûn û sermayê mirin. Zehf giran e, gotin têrê nakin…
– Ezbenî sedema sirguna we çi bûye. Ji we re sedema sirgunê hatibû gotin an na?

– Nexêr! Ji me re sebeba sirgunê nedigotin. Tenê gotine; ‘kelûpelên xwe berhev bikin, heywanên xwe bifiroşin, din ava 24 saetan de hazir bin, em tên we bar dikin û dibin ciheke din!’
– Hûn nizanin bi ku ve jî dibin…

– Em nizanin bi ku ve dibin û sebeb çi ye! Tê bîra min. Ji Sovyeta Berê hatin, em avêtin otomobîl û makîneyên kevin ên ku heywên lê bar dikirin û anîn stasyona trênê. Ev mesela ku ez dibêjim, payîza 1937’ê salê, meha cotmehê ye. Em li trênan siwar kirin. 4 mal dixistin vagonekê. Di her quncikekî vagonê de malek! Du mehan paşê, em anîn vê derê. Bajarekî bi navê Taras heye ku wê gavê jê re Mîrzoyan digotin, em li wir peya kirin. Li wir jî em li erebeyên heywanan siwar kirin. Meha yanzdehan bû. Çokek berf li erdê hebû. Serma bû seqem bû ku dê weledê xwe diavêt! Em 150 kîlometre ji Tarasê dûr anîn, li çolekê peya kirin û gotin; ‘êdî hûnê li vir bijîn!’ Malbatan bi xwe re kon anîbûn. Konên kurdan. Kon vegirtin. Heta biharê em li wê erdê jiyan. Biharê erd dane me û gotin; ‘emê ji we re xaniyan çêkin.’ Em hê di kona de ne, bihar e. Lê destpê kirine, xaniyên ji kerpîç û heriyê çêdikin.

Baş tê bîra min. Sala 1938’an bû. Polîs û KGB hatin ketin hûndirê konan. Gotin; ‘Xwedî û xwedanê malê kî ye?’ Birayê min ê mezin Evdile, teze zewicî bû. Jê mezintir xwişkeka me hebû, bi navê Benîçar. Wê jî mêr kiriye. Cînarê me ne, konê wan rex konê me ye. Du kurê wê hene. Evdilê bira rabû got; ‘xudanê malê ez im.’ Jê re gotin; ‘Bide pêşiya me, em herin!’ Wisa jî çûne mala xwişka min, mêrê wê hildan û çûn. Wê şevê kî xudanê mala xwe bû, hemûyan girtin, birin û çûn. Zilamên 3-4 malan wê şevê çûbûn aşê, an jî ji bo avdanê li nava zeviyan bûn, wê şevê rizgar bûn û man. Kesên ku bi xwe re birin, anîn Çîmkentê. Du roj paşê em pê hesiyan ku anîne Çîmkentê lê tenê ev bû. Êdî haya me ji wan çênebû. Heta ez mezin bûm, bûm profesor jî min pirs û pirsiyara birayê xwe dikir. Min her dem digot; ‘Birayê min li ku ye?’ Kurê xwişka min jî ji bo bavê xwe dinivîsî û pirsa wî dikir. Di şevekê de 40 mêrî bi xwe re dibin. Yek bira ye, yek zave ye, yên din jî kurap, qewim û pismam in.
Birayekî min heye, bi navê Enwerê Keremê Nadir. Mamosteyekî şareza û naskirî ye. Helbestan dinivîse. Helbestekî wî heye bi navê; ‘40 Mêr.’ Ev 9-10 sal in ku rehma Xwedê kiriye.
Heta sala 1993’yan, piştî ku Kazakistan ji Sovyetê veqetiya û serxwebûna xwe îlan kir, Serokomarê Kazakistanê Nûr Sultan Nazarbayev biryar derxist ku kurdên di sala 1937’an, 1944’an û salên 1950’yî bêne efûkirin. Li gorî vê fermanê min dîsa nivîsî û got; ‘Çi hatiye serê birayê min?’ Gazî KGB’ê kirin. Belge û dokumentên wan kesan, li avahiya KGB’ya Tarasê bûne û heta wê demê nehiştine kes bibîne. Lê piştî 1993’yan derfet dan ku em wan belgeyan bibînin û hay ji aqûbeta wan kesan bibin.


Li gorî wan belgeyan, du pirs ji birayê min kirine. Yek; gotine tu ajanê Tirkiyê yî. Dudu; gotine tu li dijî çêkirina kolxoz û solxozan î. (Çêkirina kolxoz û solxozan, çêkirina gund û bajaran e. Ev sîstem di nav sîstema komûnîst de, xwedî roleke girîng e.) Ew jî li dijî van gotinan derdikeve û van tawanbariyan napejirîne. Xwendin û nivîsandina wî tunebû. Ev jî dide kifşê ku îfadeyan li gorî xwe çêkirine û nivîsandine. Birayê min wê gavê 25-26 salî hebûye. 2 roj paşê di belgeyekê de xwedêgiravî sucdariya qebûl kiriye û gotiye; ‘Belê, ez ajanê Tirkiyê me. Her wiha gelek kes nedixwestin bibin kolxoz û solxoz, min jî nedixwest’ Min ew belge jî dît. Helbet ev ne rast in. Wan bixwe ev belge çêkiribûn ku wan ji holê rakin û tune bikin. Paşê li gorî wan îfadeyên wan, 40 mêran birine gulebaran kirine û kuştine. Di sala 1938’an de, piştî girtina van 40 mêran, di nava 3 rojan de, bi îfadeyên derew tawanbar dikin, li gorî xwe mehkeme dikin û dikujin. Niha cihê ku lê hatine veşartin, nêzîkî Çîmkentê ye. Li wê derê gelek miletên din jî hatine veşartin ku hatine nefîkirin û paşê hatine kuştin,. Ew der niha kirine ziyaret.
– Ezbenî di bin wê belgeya nîşanî te dan de, navê kê hebû?

– Navê hikûmetê hebû, wê navê kê hebe?

– Na na, mexseda min nav e. Wekî navê kesekî dipirsim. Ew kîjan nav bû ku li bin belgeyê hebû ku ew belge bûye sedema biryara sûcdarkirin û kuştina birayê te û 39 kesên din?

– Nav ne li bîra min e. Lê tiştê dizanim navê fermandarekî bû. Jixwe kopiya belgê jî nedane me. Tenê nîşanî me dan û em hatin…
– Dewletê li ser vê meselê ji we lêborîn xwest?

– Erê li me doza bexişandin û lêborînê kir… Lê tiştek heye. Min wisa hesab dikir ku dewletê ez ji zû da bexişandime. Lê ez pê hesiyam ku heta 1993’yê salê jî ez nehatime efûkirin. Piştî wê salê ez hatime efûkirin.
– Em çawa pê dizanin ku li ser cenabê te jî qedexebûn, zilm û zorek hebûye? Wisa diyar e ku di xwendin û jiyana te ya zanyariyê de gelek astengî derxistine pêşiya te. Ez şaş im gelo?

– Na tu rast î Salihcan! Ka guhê xwe bide mamê xwe ez ji te re bibêjim! Heta 1956’ê salê, heqê min tunebû ku ez ji gundê xwe derkevim û herime gundekî din. Rast e, em ne di hepsê de bûn, lê hema bêje ev jî hepis bû! Pêşî ji gundê me re digotin Budyondê, niha jê re dibêjin Arstandê. Paşê jî navê gundê me Qaşqabûlax bû. Heqê me tunebû em ji Qaşqabûlaxê herin gundekî din. Sala 1948’an min dibistana bi zimanê qazaxî xelas kir. Dixwazim herim înstîtutê, dibêjin; ‘heqê te tuneye tu ji vî gundî derkevî.’ Di gundê xwe de rûniştim. Wê gavê Stalîn hê sax bû. Min ji Stalîn re name nivîsand û got: ‘Gunê min çi ye? We em sirgun kirine, lê heta niha em nizanin ji bo çi em hatine sirgunkirin. We sirgun kir, baş e lê sedema ku hûn nahêlin ez bixwînim çi ye? ’
– Cewaba te dan?

– Erê dan. Gotin; “Heqê te heye tu bixwînî, lê ji xeynî paytextan! Maf dane min paytextên Yekitiya Sovyetê ne tê de, dikarim li her bajarî bixwînim. Lê îcar wî zemanî li bajarên din enstîtu û zanîngeh tunebûn. Niha li bajarên biçûk jî enstîtu û zanîngeh hene. Wê gavê ji bilî paytextan, li bajarê Qizilorduyê înstîtuya mamostetiyê hebû. Tu rê li ber min neman. Rabûm min belgeyên xwe şandin Qizilorduyê. Qizilordu wê gavê paytexta Kazakistanê bû. Gava Yekîtiya Sovyetê ava dibe, Erênburg dikin paytexta Kazakistanê. Bajarekî Rûsan e. Ji çanda qazaxan dûr e. Paşê gotin; ‘Erênburg gelekî dûr e. Ji xaka qazaxan jî dûr e. Em paytext bînin Qizilorduyê.’ Qizilordu dikin paytext û heta sala 1929’an Qizilordu wekî paytexta Kazakistanê dimîne. Qizilordu li bakurê Kazakistanê, nêzîkî Sîbiryayê ye. Piştî sala 1929’an paytext tînin Alma Atayê. Vêca gava ku Qizilordu bibû paytext, înstîtu li wir çêkiribûn.

– Tu li Qizilorduyê ji bo xwendinê hatî qebûlkirin…

– Hatim qebûlkirin, lê qebûlkirineke çawa? Wisa bi hêsanî destûrê nedan. Wê salê ez bê xwendin mam. Sala dinê, 1949’ê salê xeber hat ku ez ji bo dibistanê hatime qebûlkirin. Divê herim bikevim îmtîhanê, lê izna min tuneye. Divê iznê bistînim. Belgeya ku hatibû, min hilda bir da serkarê gund. Divê destûrê bide ku ez ji gund derkevim û herim Qizilorduyê bixwînim. Wî şand nehiyê, nehiye şand Alma Atayê, Alma Ata şand Moskovayê. Moskova izin da. heta ku xeber ji Moskovayê hat, bû meha tebaxa 1949’an. İzna min 2 roj bi derengî ji min re hat. 20’ê tebaxê îmtîhan pêk tên. Lê 22’yê tebaxê izna min kete destê min. De ka ez çi bikim? Birê min Enwer, birê min Sado, birê min Qadir j imin re gotin; ‘Here! Qet nebe tê ji xwe re bajaran bibînî.’ Rabûm, cemedanekî min hebû, min da pişta xwe û çûm. Heta min xwe gihand înstituyê bû 26-27’ê meha heştan.
Ez hatim cem sekreterê înstîtutê ku kaxezan hildide. Min got; ‘hatime bikevim îmtîhanê.’ Serê xwe rakir, bi min keniya û got; ‘kuro hişê te heye? Wextê îmtîhanê ye, tu hatî çî?’ Lê ez şerm dikim bêjim ku ez çima dereng ketime. Ez çûme cem dekan. Dekan jî bi min dikene. Rabûm ku herim cem rektor. Çûm lê rektor çûye bêhnvedanê. Yekî Koreyî li cihê wî dinêre. Min hal û mesela xwe jê re got. Got; ‘Ez rewşa te fêhm dikim. Em jî wekî te ne. Em jî di sala 1937’an ji Koreyê hatine sirgunkirin. Ezê iznê bidime te.’ Camêr mêrxasiyeke wisa mezin kir. Di dewra Stalîn de karekî wisa ne hêsan bû. Camêr kir.
– Tu navê wî ji bîr nakî bawer im…

– Helbet ji bîr nakim. Paşnavê wî Lee bû. Ez tu caran wî ji bîr nakim. Destûrê da min lê got; ‘Ezê navnîşanên malên mamosteyan bidim te, tê herî yek bi yek li wan bigerî, gazî wan bikî, bêjî rektor gazî we dike. Gava hatin, ezê hal û mesele ji wan re bêjim. Otomobîl tunene, otobos tunene. Rabûm tax bi tax, gund bi gund li mamosteyan geriyam ku werin dibistanê. Mamoste hatin yek bi yek ji dersan ketim îmtîhanan û min qezenc kir. Min 4 salan li Qizilorduyê xwend lê izna min tunebû ji bajêr derkevim. Piştî min dibistan qedand, ez şandim bajarê Çolaktauyê. Çolaktau bajarekî biçûk bû. Niha jê re dibêjin Karatau. Nêzîkî Qaşqabûlaxê ye. sal 1953 ye. Ez li wir bûm mamosteyê kimyayê. Dîsa mafê min tuneye ji wî bajarî derkevim. 3 salan li wir xebitîm û ji bin deynê dewletê derketim.
Sala 1956’an Sekreterê Dewleta Sovyetê Kruşçev bû. Biryar da ku mamoste hemû azad bin. Wî Stalîn rexne kir. Got, ‘Mamoste zarokên me didin xwendinê, hîn dikin, lê em nahêlin ku ew ji gundekî herin gundekî din.’ Ev rewşa xerab a mamosteyan ji holê rabû. Di pasaportê de hatibû morkirin ku mafê filankes tuneye ji gundê xwe derkeve. Piştî ku ev biryar derket, ez çûm min pasaporta nû stand. Pasaporta bê mor! Êdî min berê xwe da Moskovayê.
Ez ji wir hatim Alma Atayê ku bikevim karê bilind. Ji min re gotin; ‘Kesek tenê lazim e, lê emê ji miletê qazaxan hildin. Dixwazî belgeyên xwe bide, lê tê derbas nebî.’ Rabûm çûme Bîşkekê. Li wir jî ji min re wiha gotin. Min got; ‘De baş e heyran, ez ne qazax im, ne qirxiz im lê ez dixwazim li pey ilm herim, ka ez bi ku ve herim?’ Gotin; ‘Wa Moskova ya te ye!’ Min dîsa berê xwe da Moskovayê.
Sala 1956’an, li Moskovayê ji bo teza xwe ya xwendina bilind ketim zanîngehê. Wek kesekî mêrxas, bextewar, kurd, Moskova û teza doktoraya bilind!
Dibe ku kurdê yekem tu yî ku li Moskovayê xwendineke wisa bilind bike…
Bihêle ji biraziyê xwe re bibêjim. Erê kurdê yekem ez im! Ez zehf bextewar im.
Min destpê kir geriyam, ka li Moskovayê kurd hene an tunene. Kitêbxaneyeke bi navê Lenîn heye. Ez çûm wir. Gelek mezin e. li Sovyetê kesê ku bixwaze tiştekî hîn bibe, her cure kitêban bixwîne, tê wê derê. Ez çûm min li wir beşê kitêbên kurdî dît. Zêde tunebûn. 10-15 kitêbên kurdî/li ser kurdan hebûn.
– Kîjan kitêb bûn, têne bîra te?

– Kitêbên kurdên Sovyetê bûn. Kitêba Heciyê Cindî hebû, kitêba Qanatê Kurdo hebû, kitêba Casimê Celîl hebû. Serê te zêde neêşînim. Min dêhna xwe dayê jineke rûs li wir rûniştiye. Min jê pirsî; ‘Kurd hene ku têne vê derê?’ Got; “Carcaran hinek kurd hene, ji Ermenistan û Gurcistanê tên vê derê.’ Min dîsa jê pirsî; ‘Kesên ku li Moskovayê dijîn hene?’ Got; ‘Li Moskovayê bi tenê kurdek heye, carcaran tê.’ Min got kî ye?’ Got: ‘Navê wî Kolosê Şero ye.’ Lê jinik jî nizane kurdê ku derê ye. Tenê dizane li Moskovayê dimîne, carcaran tê kitêbxanê rûdine kitêban dixwîne. Min got; ‘Tu adrês û telefona wî dizanî?’ Got; ‘Na, nizanim!’ Min got; ‘gava hat tu dikarî telefona wî ji bo min jê bistînî?’ Got; ‘Baş e, serçavan. 10-15 roj paşê were, ewê were vir!’
Min bi ya jinikê kir. 10-15 roj paşê hatim kitêbxanê. Hatibû û jinikê telefona wî li ba xwe nivîsandibû. Telefona malê bû. Min ji Kolosê Şero re telefon vekir. Min bi rûsî silav dayê, kêf halê wî pirsî. Ji min re got; ‘Tu kurd î?’ Min got; ‘Belê, ez kurd im û ji Kazakistanê hatime, li Moskovayê dixwînim.’ Got; ‘Tu bi kurdî dizanî an nizanî?’ Min got; ‘Dizanim!’ Got; ‘Madem wisa ye, bi kurdî biaxive, bila dengê kurdî vizevizê ji telefonên Moskovayê bîne!’ Hevaltiya me berdewam kir. Kolos kurdê Gurcistanê bû, parêzerî dikir, ne şaş bim demekê jî di Wezareta Karên Derve de kar kiriye. Bi emir jî, ji min mezintir bû. Rojek ji min re got; ‘Kurdekî din jî li vir heye, lê ew ne kurdê Sovyetê ye, kurdê Îraqê ye. Navê wî jî Mustefa Barzanî ye!’ Sal 1957 e.
Min ji Kolos re got; ‘Ez dixwazim wî bibînim û pê re xeber bidim.’ Kolos got; ‘baş e.’ Wê gavê min nav û dengê Mustefa Barzanî nebihîstiye. Rojekê em li cihekî rûniştin, Me du-sê şûşe jî araq vexwar. Telefonek hat. Kesê li ser telefonê Mustefa Barzanî bû. Pê hesiyam ku ew mirovekî mezin e. ji ber ku Kolos di telefonê de bi hurmeteke mezin pê re xeber dida. Paşê telefon da min hal û wextê min pirsî, min got baş im mala te ava.” Piştî me telefon danî, Kolos got rabe emê herin cem wî.’ Min got; ‘Kolos te hinek vexwariye, şerm e. Em îro neçin.’ Min telefona wî ji Kolos stand. Çend roj paşê, min bi xwe jê re telefon kir û got dixwazim werim cem te.’ Got; ‘Keremke were.’ Di apartmanekê de dima. Çûm cem wî. Pirs û pirsiyara min kir. Min yek bi yek rewşa xwe jê re got. Ji ku hatime, kurdê ku derê me, niha çi dikim. Min bi kurtasî behsa jiyana xwe jê re kir. Wî jî behsa xwe ji min re kir. Got; ‘Em ji bo rizgariya kurdan kar dikin. Kurdê Îraqê ne. Di sala 1946’an de em hatine. Pêşî em hatine Taşkenta Ozbekistanê. Niha qismekî ji me li Moskovayê dijîn û li vir dixwînin. Me bi têra xwe bi hev re sohbetê kir. Paşê min destûra xwe jê stand, rabûm çûm.

1958’ê salê, meha îlonê Kolos vegeriyaye Tiblîsê. Ez jî ketime dema bêhnvedanê. Li Ermenîstanê Nado Mehmûdov heye, ew xalê min e. Kurê xaltiya diya min e. Wezîfe û peywirên mezin di destê wî de hebûn. Diya min got; ‘heke tu têyî, di ser Êrîvanê re were hela binêre halê Nado çi ye?’ De min jî got; ‘Ez pêşî herim Tiblîsê Kolos jî bibînim.’ Tiblîs jî di navbera Moskova û Erîvanê de ye. Ez çûm Tiblîsê, Kolos hate pêşiya min. Ez çend rojan li mala Kolos mam. Paşê min got; ‘Ez diçime Erîvanê.’ Kolos got; ‘Ez jî bi te re têm.’ Em bi taksiyê çûn. Li ber derî Kolos got; ‘Nado Mehmûdov mirovekî mezin e. Ew me qebûl dike, qebûl nake ez nizanim. Kurxaltiyê diya te jî be, dibe ku me nehewîne. Jina wî jî ermeniye, heye ku ne bi dilê wan be. Ezê di taksiyê de rûnim, tu here û were. Gava te nehewînin, were emê herin otêlekê’ Min jî got; ‘baş e.’
Min li derî xist, jina wî derî ji min re vekir. Gava dîtin zehf şa bûn. Gazî hûndir kirin. Gotin; “Ka kel û melên te li ku ne?’ Min got; ‘di taksiyê de ne.’ Gotin; ‘de here bîne.’ Min got; ‘Ez ne tenê me. Kolosê Şero jî bi min re ye.’ Navê wî bihîstibûn. Got; ‘Ka li ku ye?’ Min got; ‘Li jêr, di taksiyê de ye.’ Di qata duduyan de dima. Derket ber pencerê gazî kir; ‘Kolos, kel û melên xwe hilde û were jorê.’
Em çend rojan li wir man. Xeberdanên me hemû li ser Mele Mustefa Barzanî û pêşmergê wî bû. Nado Mehmûdov got; ‘Hema beriya we bi çend rojan, Mele Mustefa Barzanî hatiye Erîvanê, li dora Çiyayê Elegezê di nav kurdan de geriyaye, rewşenbîrên kurdan ên wekî Mîroyê Esed, Eliyê Evdirehman û gelekên din hemû ditine û ser Kurdistana Îranê re derbasî Kurdistana Îraqê bûye. Hemû bi metelî û heyranî behsa Barzanî dikirin. Emma ya jina Nado Mehmûdov ermenî ye. Wê digot; ‘Nadircan, min gelek kurd dîtine, lê min kurdên wisa nedîtiye. Ji her alî ve, ew welatparêz bû, mêrxas bû, bi marîfet bû, zana bû.’ Mixabin ku min careke din Mele Mustefa Barzanî nedît. Tenê ew car bû ku min li Moskovayê dîtibû… Min li ser Barzaniyê Nemir nivîsandiye. 15-20 rûpel e.
Ew meseleya min behs kir, payizê pêk hat. Paşê zivistan hat, me bihîst ku kurdan li Îraqê li dijî dewletê şer dane destpêkirin. Wê demê min di dilê xwe de wiha got; ‘divê li Moskovayê, ez çend carên din biçûma serdana Barzanî. Ez gelek li ber xwe diketim ku min careke din ew nedîtibû.
– Paşê te doktoraya xwe ya xwendinê qedand ne wisa?

– Erê! Min sala 1959’an xwendina xwe ya li Moskovayê qedand. Dewletê ez şandim Xabarovskê. Bajarekî Rûsyayê ye. Li ser sînorê Japonyayê ye. Nêzîkî Vladivostokê ye. Li wir xebata min li ser kîmyayê bû. Ji Moskovayê, bi trênê di heft şev û heft rojan de gihîştim wî bajarî. Tu mecbûr î ku 3 salan li wir bixebitî.
Ez li wî bajarî bûm profesor doktor. Wî zemanî ilmê doktoriyê li Sovyetê têrê nedikir. Ji her derî gazî min dikirin ku ez herim û kar bikim. Ji bo ilmê kimyayê jî zêde kes tunebûn. Digotin; ‘were j ime re kadroyan hazir bike.’ Ez endamê partiya komûnîst bûm. Li hesabê partiyê nedihat ku min teslîmî wan bikin. Ev jî wekî hepsê bû ha! (dikene) Hepsa partiyê. ‘Tu herî, fermo here!’ Lê gava tu herî te ji partiyê derdixin. Gava te ji partiyê derxistin, malik l ite mîrat dibe. Tu nikarî li tu deverî karekî din ji xwe re bibînî. Paşê serkarên partiya komûnîst, ji bo min destûr standin ku ez werim Çîmkentê. Ji qewmê min herî zêde mirov li Çîmkentê dijîn.
Heft sal paşê Kunayevê ku serkarê tevahiya dewleta li Kazakistanê bû gazî min kir. Li Atrauyê enstîtuyeke ilmî hebû. Birayê Kunayev berpirsê akademiya zanyariyê bû. Gotin divê tu herî wir bibî berpirs. Sala pêşî ez neçûm. Min hincetek ji xwe re dît ku neçim. Biryara partiyê bû. Tu rê nema rabûm çûm. Çûna min baş bû. Ez ketim çavê dewletê. Xebata wir xerab meşiya bû. An divê bigirtana, an divê berpirsekî nû jê re bişandana. Ew kes ez bûm. Min din ava 2 salan de karê enstîtuyê gihand dereca herî bilind. Li ser navê enstîtuyê dîplome dane min, flama dane min. Min navekî baş jê re çêkir. Paşê Kunayev ez anîm vê derê û ez di sala 1977’an de bûm Sekreterê Yekem ê Akademiya Zanyariyê. Ez hem berpirsiyarê enstîtuya li Atrauyê bûm, hem jî li Alma Atayê bibûm serkarê akademiya zanyariyê. Paşê Kunayev akademî da ber destê min. Wî zemanî bûm akademîk. Çi derecê dewletê hebûn, min hemûyan standin.
1986’ê salê ciwanên Kazakistanê serî hildan, meşên mezin li dar xistin û Kunayev ji kar dûr xistin. Ew kesên ku Kunayev qedrê wan digirt, ji kar dihatin derxistin, ji partiyê dihatin derxistin. Yek ji wan jî ez bûm. Nazarbayev hat ser kar. Cihê ku ez li wir bûm, çavdêr û komîteyan dişandin wir. Ji bo ku karekî pîs li ser min bibînin û min ji kar bavêjin. Zilamên xwe şandin hemû bajarên ku ez li wan deran berpirsiyar bûm. Ji bo ku ez ji kar nebim, çiqas cihekî dûr hene didin pêşiya min. Ez jî lê dixim diçim. Rojek yekî rûs hat cem min. Got; ‘Neçe, çavê wan li ser karê te ye. gava tu herî wê dest deynin ser cihê karê te û mala te.’ Dotira rojê ez çûm min ji wan re got; ‘ez naçim xanima min razî nabe.’ Ew kesê ku çavdêriya karên min dikirin tiştek nedidîtin. Dihatin digotin; ‘li ser malbata Kunayev bibêje. Wan pîs bike ku em karê te bilindtir bikin.’ Min digot; ‘tenê ez dikarim bibêjim ku mirovekî gelek baş e, merd e, camêr e.’ Paşê çaxê ku Nazarbayev dît ku her karê min rast û dirûst e, êdî pişta min girt. Di gelek civînan de gotiye; ‘Me neheqî li gelek merivan kirine, yek jê jî Nadirov e.’ Paşê min di 15 salên dawî de ji destê Nazarbayev 3 nîşanên rûmetê standine. Yek jê ya Hurmetê ye, yek jê ya dostaniyê ye, ya din jî ya zanîn û ferasetê ye. 4 madalyon û 3 nîşanên min ên rûmetê hene. Di dema Sovyetê de û niha jî ji 5 salan carekê nîşana rûmetê didin. Xelatên rûmetê (Orden) yên Kazakistanê ev 15-16 sal in ku derketine. Ordenên yekem di sala 1996’an de hatine belavkirin.

– Min bihîstiye ku Nûr Sultan Nazarbayev ji te re gotiye; ‘Tu bavê min î…’

– ‘Tu bavê min î’ gotiye, ‘tu birayê min ê mezin î gotiye…’ Çendek berê jî 80 saliya min bû. Mesaja pîrozbahiyê ji min re şandibû. Di gelek kitêb û berheman de hem Kunayev, hem Nazarbayev li ser min nivîsandine. Navê kurdan bilind kirine. Kunayev dostê me yê malbatî bû. Dikaribû 12’yê şevê bihata mala me. Kesekî wekî Kunayev ku xwediyê 3 nîşanên herî mezin ê Sovyetê ye. Jixwe li seranserê Sovyetê çend kes hene ku 3 stêrkên wan ên nîşanê hene, yek ji wan Kunayev e, yek ji wan Brejnev e. Di dîroka Sovyetê de kesekî ku 4 stêrkên wan hebin tuneye.
– Ez dixwazim tu hinek behsa karê xwe yê niha bikî…

Ez li ser ilmê petrol û gazê me. Qazax ji min re dibêjin; ‘Bavê ilmê petrolê.’ Her wiha dibêjin; ‘Nadir Nadirov Lomonosovê me qazaxan e.’ Zanyarekî mezin ê rûsan e. Li seranserê dinyayê tê naskirin. Li ser navê wî zanîngeh heye. İlimdarekî mezin ê kimyayê ye. Yek ji hîmdarên îlmê ye. Lomonosov ne tenê ilimdarê kimyayê ye. ew her wiha ilimdarê fizîk, edebiyat û ziman e jî.
– Welatê kurdan jî, welatê gaz û petrolê ye. Li ser enerjiya Kurdistanê fikir û ramanên te çi ne? Gelo tu nafikirî li wan deran van karan bikî?

– Çawa naxwazim. Niha hinek rewş zelaltir bibe. Dixwazim li wir, li ser petrolê, li ser enerjiya rojê, li ser enerjiya bayê kar û xizmetê bikim. Li gorî gelek pisporan 40-50 sal paşê petrol xelas dibe. Lê ev ne rast e. Wê gelekî bikişîne. Herî kêm petrol 150 salên din jî heye.
Heke petrol xelas bibe…

Petrol xelas nabe. Niha li tevahiya dinyayê, ji petrola ku hatiye dîtin, heta niha hê nîvî derxistine. Nîvî hê maye. Zanin heye, zanin li ku ye. Lê nikarin derxin. İlmê niha têrê nake ku petrola di bin erdê de derxin. Lê 5 sal paşê emê hîn bibin, ewê zanebûna me zêde be û emê wê petrolê derxin. Wekî din hê em baş li petrolê negeriyane. Axa Kazakistanê gelek mezin e. ji sedî 65’ê axa Kazakistanê de petrol heye. Li gelek cihan lê negeriyane.
Te behsa Kurdistanê kir. Kurdistan dîsa wisa ye. Bi taybetî Başûrê Kurdistanê. Ku derê dikolin petrol derdikeve. Kêmasiyeke petrolê heye. Gava petrolê derdixin, hewa gelek qirêjî dibe. Niha germahiya dinyayê her diçe bilind dibe. Dinya biryareke wiha standiye ku heta ji wan bê petrol û gazê kêm bi kar bînin.
Lewma jî ev 10 sal in ku ez li ser enerjiya av, ba û rojê kar dikim. Li ser van karan min gelek semîner dane, beşdarî konferansên navneteweyî bûme û xwediyê gelek patenta me. Mesela sala bihorî ango sala 2011’an min du patent standine. Herêma Kurdistanê dikare ji wan sûd wergire. Yek ji wan bi riya rojê, berhemanîna fêkî û sebzeyên di bin naylonan de ye ku bi tirkî jê re ‘seracilik’ dibêjin. Berê bi dîzel, benzîn û azotê ev kar dihatin kirin, lê ev sîstem pir buha ye. Gava ev fêkî bi gazê têne hilberandin, nirx û qelîteya wan jî gelek dadikeve. Min li ser vê xebatê 2 patent standine ku bi riya vê sîstema ba û rojê mirov dikarin fêkî û sebzeyan hilberînin û bixwin. Me hê dananiye. Me patenta xwe nû standiye. Demek paşê emê pêşkêşî Nazarbayev bikin ku em yekem car vê sîstemê li Kazakistanê deynin. Li dinyayê hê ev sîstem nehatiye bikaranîn. Patenta wê di destê min de ye.
Her wiha gelek patentên min hene ku emê çawa bikaribin petrolê, bi qeweta rojê ji bin erdê derxin. Yan jî emê çawa petrolê ji hev derxin û safî bikin.
Ez sala 2006’an çûm Herêma Kurdistana Federal. Min serdana Wezareta Petrolê kir. Wê gavê wezîr li hazir nebû. Cîgirê wî li wir bû. Me li hev kir, peyman girê da. gotin; ‘serçavan, tu birayê me yê mezin î. Te çi gotiye, emê wisa bikin. Li zanîngehên Selehedîn û Dihokê jî em li hev civiyan. Lê heta niha jî tiştek jê derneketiye. Ew jî mafdar in. Şer e, doz e, siyaset e.
2008’ê salê dîsa çûm. Wê gavê çûm Festîvala Cegerxwîn. Min Serokê Kurdistana Federal Mesûd Barzanî dît. Em bi hev re axivîn. Her wiha kurdek hebû li wir. Navê wî Evdilselam e. Karê petrolê dike. Çendek berê telefon kir. Got; ‘Mamoste min karxaneyeke petrolê li Silêmaniyê daniye, tê alîkariyê bidî min?’ Min got; ‘serçavan deyne.’ Wê rojê dîsa telefon kir. Dibêje; ‘Ez dixwazim li nav kurdên Sûriyê jî karxana petrolê deynim.’ Min got; ‘deyne malava, tu li benda çî? Bi riya vê sohbeta me, ez bang dikim. Li her çar perçeyên welatê me, çi alîkarî ji min bê xwestin, ez amade me bêm û kar û xizmetê bikim.
-24 saetên Nadirê Kerem çawa derbas dibin?

– Ez gelek dixebitim. Bi salan e ku jiyana min wisa ye. Min teza xwe ya profesoriyê di 35 saliya xwe de stand. Wan deman herkes li ser vê yekê şaş û metel diman. Di 50-60 saliya xwe de dibûn profesor. Lê çend salên min jî li ser xwendinê xwarin! Naxwe ez di 27-28 saliya xwe dibûm profesor! Li ser vê yekê ezê j ite re meseleyekê bibêjim. Şixulê pêkenînê ne. Gava tê bîra min dikenim. Bûrayekî min heye, birayê kulfeta min. Ji min re digot; ‘ji te re dibêjin profesor! Ez qet bawer nakim. Ez profesoran di televizyonan de dibînim, porê wan spî ye, zikê wan mezin e, ev tu çawa profesor î?!’ Niha jî gava tê bîra me em dikenin. Sedema vê yekê xebat e, xebata zêde ye. Helbet dem hat, min tendirustiya xwe winda kir. Ez hatim ser wê fikrê ku tendirustî jî bi qasî xebatê lazim e. siheta te ne pak be, tu nikarî xebatê jî bikî.
Ez saet li 7’an şiyar dibim. Heta 8’an, nîvê 9’an avê li xwe dikim, rûyê xwe kur dikim. Paşê tême xebatê. Heta êvarê li vî cihê ku tu dibînî kar dikim. Dixwînim, hevdîtinan dikim, dinivîsim. Êvarê jî derdikevim digerim, piyase dikim, da ku qeweta min li cih bimîne. Saet li 12’ê şevê jî radizêm.
Pirsekê jî ez bikim û cewaba xwe bidim! ‘Di navbera mirovê ilimdar (zanyar) û mirovê ne ilimdar de çi ferq heye?’ Mirovê ilimdar ew e ku gava radizê jî hişê wî dixebite, di rê de jî diçe hişê wî dixebite. Gava em li Xaberoskê (Khabarosk) dijiyan, carcaran em diçûn sînemayê. Wan çaxan televizyon kêm bûn. Di fîlm de tiştekî kenandinê dibû, hemû bi hev re dikeniyan. Kulfeta min Helîma Emo ku li kêleka min bû, hêrs dibû digot; ‘Camêr herkes dikene, tu çima nakenî?’ Ne ku ez nedikeniyam. Lê wê demê fikra min li ser kar û xebata kimyayê bû. Lewma jî şev û roj fikra te li ser kar û barên zanyariyê ye. Ev tiştekî xerab nîne. Em ji dîrokê dizanin, ew kesên ku serên wan zêde dixebitin, zêde jî dijîn.
Apê Nadir bi izna te em bên ser hevnasiya te û Meta min Helîma Emo. We çawa hev nas kir. We ji hev hez kir hev stand an hema zewaca we li ser daxwaza malbatan bû? Her wiha hinek behsa zarok û neviyan bike…

Diya min, qewmê min her dem digotin; ‘ka tê kengê bizewicî, divê tu qîzeke kurd bistînî.’ Min jî digot; ‘Kurd be, ne divê hinek xwendina wê jî hebe.’ Keçên kurd ên ku xwendina wan hebû, wê demê zehf kêm bûn. Gava ez li Xeberoskê 2 salan xebitîm û bûm mamoste, hatim Bîşkeka Qirgizîstanê. Xalekî min heye Mele Hemze jê re dibêjin, gelek xebitiye di dema xwe de. Merivekî medresê bû. Ew jî merivê Nado ye. Wê demê diya min hê sax bû. Ji min re got; ‘Seriyek li xalê xwe bixe û were malê.’ Min jî got; ‘baş e.’ Ez hatim cem xalê xwe. Ji min re got; ‘Tu heta niha çima nezewicî?’ Ez jî 29 salî me. Min jî got; ‘Diya min dibêje qîzeke kurdan bistîne, qîzên xwende jî di nav kurdan de tunene, de ka çi gunehê min heye xalo?’ Xalê min got; ‘Pîî, qîzeka me ya kurdan heye, li Celalabadê di koleja doktoriyê de dixwîne.’ Em rabûn çûne mala wan. Nîşanî min dan, me hev dît. Paşê jî em zewicîn… Piştî ku ez çûm wir salek paşê, ango di sala 1961’ê de bi Helîma Emoyê Sano re zewicîm. Diya wê Brûkî ye, bavê wê Celalî ye. Ew ji Ermenistanê ber bi Qirgizîstanê hatine sirgunkirin.
Sala par 50 saliya zewaca me bû. 3 kur 3 bûk û 7 neviyên me hene. Hemûyan xwendina xwe ya bilind kirine. Kurê min ê mezin Barî doktorê mejî ye. Jina wî Narîna di bankê de dixebite û cîgira serokê bankê ye. Qîza kurdan a yekemîn e ku ilmê bilind ê bankê dizane. 3 zarokên wan hene. Kurê wan Zanîngeha Lomonosov xelas kiriye. Ev 3 meh in ku dewleta Kazakistanê ew şandiye Londonê. Heta 4 salan wê li wir kar bike û bizivire. Qîza wan ango neviya min par zanîngeha Amerîkayê li Dubaiyê qedand, me îsal da mêr. Zavê me jî kurdê Ermenistanê ye. Niha li bajarê Nîkolayeva Ukraynayê dijî. Neviyekî min ê biçûk jî heye, 7 salî ye. Ew jî kurê Barî ye. Kurê min ê nîvî Arif e. Kurek û du qîzên wî hene. Zarokên wî jî dixwînin. Kurê seyemîn, li cem me dijî. Navê wî Dîmîtrî ye, em jê re Dîma dibêjin. Kurekî Dîma heye bi navê Evdêl. Ez jê re dibêjim Evdêl Xan. Ez her roj bi Evdêl re dilîzim. Zehf jê hez dikim. Ew wekî hevalekî ye ji min re. Ji kurê min ê nîvî du neviyên min ên din jî hene: Dîlan û Jiyanna. Malbata me hemû bi hev re girêdahî ye. bi ser hev ve diçin û tên. Xwedê ji wan razî be…
Piştî min Helîma Emo stand wê jî kolejê qedand. Paşê kete xwendina bilind û doktoraya zanyariyê kir. Helbestên xweş dinivîse. Mamostetiya zimanê kurdî kiriye. Gava kurd zelûl dibin, tiştên giran têne serê wan, helbestên wisa bi şewat dinivîse ku, car çêbûne ku ez giriyame, hêsir ji çavên min hatine. Li ser welatperweriya kurdan dinivîse. Li ser mêrxasiya kurdan dinivîse. Niha li mal e, hay ji neviyên xwe heye. Lê gava derfet dibîne dinivîse. Jineke ilimdar e. Min baş kiriye ku pê re zewicîme. Gelek kurd ên li vê derê hene carcaran dibêjin; ‘Te Helîma Emo ji ku dît, te çawa dît?’ Ez dibêjim; ‘De min dît, Xwedê da! Xwedê bi destê min girt û Helîma Emo da min! (Ez, ew û Hesenê Hecîsilêman, dibe pirqîniya me em dikenin.) Helbet Xwedê daye wê jî, Helîe jî bi siûd e, wekî kesekî wekî min kiriye! Şikir, bûkên min jî qîzên kurdan in. Qîz û bûkên baş in.
– Ez ne şaş bim bûkeka te keça Kinyazê Hemîd e. li Ermenîstanê min serdana wî kiribû…

– Wey! Tu Kinyaz nas dikî? Rast e, Narîna keça Kinyazê Hemîd e. Sibê (17.01.2012) rojbûna wî ye. Min jê re li têlê xist.
– Ezbenî hejmara kurdên Kazakistanê berê çiqas bû, niha çiqas e?

– 2009’ê salê li gorî hejmartina hikûmetê, nifûsa kurdên Kazakistanê -ku navê wan di pasaport û nasnameyan de wek ‘kurd’ hatibû nivîsandin 37 hezar derket. Lê li gorî me kurdan, hejmara me ji 80 hezarî zêdetir in.

– Çima ev ferq hewqas zêde ye?

– Zêdebûna wê ji ber wê sedemê ye ku gelek kurd –tevî ku kurd in- azerî, tirk û gurcî hatine qeydkirin. Ev sedemek e. Sedema duyemîn jî ew e gelek kurdên ku di 10-15 salên dawî de ji Ermenistan û Azerbeycanê hatine, hê nasname û pasaportên Kazakistanê nestandine. Hê nebûne hemwelatiyên Kazakistanê. Yek ji wan jî Helbestvan Bariyê Bala ye. Îro-sibê dibêjin, lê karên wisa zehmet in, dem distîne.
– Di siyaseta Kazakistanê de rola kurdan çi ye? Mesela kurd qet bûne parlamenter?

– Li herêm ango mintiqa de parlamenter ji kurdan hebûn. Lê di parlamentoya bilind de nebûne parlamenter.
-Pirsgirêk û zehmetiyên kurdên Kazakistanê çi ne?

– Halê wan pîs nîne. Di her derî de kurd hene. Di ilmê de hene, di xwendina bilind de hene, din av karê dewletê de hene. Di nav teşkîlata polîsan de hene. Kurd di warê tîcaretê de jî xurt in.
– Kurdên Kazakistanê bi çavekî çawa li kurdên perçeyên din dinêrin? Haya wan çiqas ji axa bab û bapîrên wan heye?

– Kurdên li vê derê hemû ji bo welatê xwe diçerçirin. Hemû welatperwer in. Zimanê xwe parastine. Di malên xwe de bi kurdî xeber didin. Gava dibe ‘Kurd û Kurdistan’ dikin axînî, bendê pişta wan diqete! Helbet yên ne welatperwer jî hene, lê kêm in. Hinek çavnebarî û karê xerab jî heye, lê ez bala xwe didimê di nav hemû miletan de heye. Di nav qazaxan de jî kesên xerab hene, din av rûsan de jî hene. Ev normal e. Lê bi giştî kurdên me baş in. Ji wan razî me. Destpêka salên 2000’î kurd li vir gelek caran radibûn ser piyan. 6-7 hezar însan diketin kûçe û kolanên Alma Atayê, rûs û qazax şaş û metel diman. Digotin ev çi hêz e, çi dibe sedem ku hûn wisa dibin yek? Helbet ev tifaq e û divê tifaqa kurdan berdewam bike.

– Milên li Asya Navîn, nexasim miletên li Kazakistanê dijîn çawa pê hesiyan ku kurd hene û têkoşîna rizgariyê didin?

Cara pêşîn bi Şerê Mele Mustefa Barzanî ya li Kurdistana Îraqê haya wan ji kurdan çêbû. Di dema Yekîtiya Sovyetê de carcaran rojnameya Pravdayê dinivîsî. Wê demê ez gelek kurdan nas dikim ku navê zarokên xwe Barzanî danîne. Dîsa kurd hene ku navê Talabanî li zarokên xwe danîne. Piştî salên 1990’î kurd hene navê Ocalan li zarokên xwe kirine.
– Gava bavê te rehma Xwedê dike tu çar salî bûyî. Qet hatiye bîra te ku tu rojek herî ser gora bavê xwe û çend gotinan jê re bibêjî?

– Helbet hatiye bîra min. Ne tenê dîtina gora bavê min, dîtina Kurdistanê, dîtina Wanê cihê ku kal-bavên min li wir veşartîne hesreta dilê min e. Armancên wisa gelek in. Heke bibe qismet ewê jî bibe. Lê armanca min a herî mezin Kurdistaneke azad û serbixwe ye. Min nivîsandiye, sal 1992 an 1993 ye. Nadoyê Xudo li ber mirinê bû. Min jê pirsî; ‘Xalo derheqê Kurdistanê de çi difikirî?’ Wê demê rewşa kurdan li her derî zortir bû. Bersiva wî wiha bû; ‘Heyf û mixabin min Kurdistaneke azad nedît. Lê wê rojek were, ev nifş nebe nifşeke din wê bibîne.
– Fikir û ramanên te ji bo nifşê nû yê kurdan çi ne? Divê çi bikin, divê çi nekin?

– Bi dilekî fireh, bi şeref û namûseke mezin, bi welatperweriyeke mezin, bi hezkirineke mezin bila navê kurd û Kurdistanê bilind bikin. Ji bo tevahiya dinyayê bizanin kurd çi milet in. Divê her ciwanekî kurd bi bextewarî bibêje; ‘ez kurd im!’ Ez hê sax im, çi lazim be ez amade me ji bo nifşê nû bikim. Ji ber ku ciwan û nifşên nû pêşeroja miletan in.
– Mamoste Nadirê Kerem, bi gotineke din Nadir Nadirov gelek şanaz, serbilind û bi siûd im ku îro li Alma Atayê li cıvata te qesidîme. Mala te hezar caran ava be. Bi hêviya ku emê 90 salî û 100 saliya te jî bi şabûneke mezin pîroz bikin…

– Zehf razî me, kêfa min jî hat bi vê rasthatinê. Di karên te yên hêja de, bextewariyê ji te re dixwazim…
* Ev gotûbêj destpêka sala 2012-an li Alma Ataya Kazakistanê hatiye çêkirin. Tevahiya hevpeyvînê di kovara Tîrojê de di hejmarên 55 û 56-an de, wekî du beş hatiye weşandin. Kovara Tîrojê li Stenbolê, bi periyodên 2 mehî, bi zimanên tirkî û kurdî nêzîkî 10 sal in ku weşana xwe dike. (S.K)

rojnameger@hotmail.com

Netkurd

About The Author