Du proje, heman şorbe

Erê welle, pirsa Kurd nemaye, bi vekirina TRT6ê pirsa Kurd qediyaye û tenê pirsgirêkên hemwelatîyên Kasimpaşalî  Receb hene.

Serokwezîrê Tirkên sererd û binerd sayin bejindirêj Kasimpaşalî Receb, vê carê  pirsa PKK û Kurdan ji hev cuda kir û nexist xurcikekê. Li gora Erdogan, pirsa Kurdî nemaye, pirsa Kurdî bi vekirina TRT6ê û çend lotikên germik û nermik hatiye çareserkirin û xilas bûye.

Maye çi?

Maye pirsgirêkên hemwelatîyên wî yên Kurd (yanî Kurdên ku bi binyata xwe Kurd in lê bi xwe Tirk in).

Sayin Receb efendî dîsa lotikek avêtiye û di civînekê de gotiye: “Bi xêr û selamet, her roja ku diçe em pirsgirêkên hemwelatîyên xwe yên Kurd jî xilas dikin û qûşê lê diqetînin. Me projeyek qerase derxistiye holê, navê wê projeyê jî “Projeya bratî û yekîtîya netewî ” ye, ne PKK û ne jî dûvikê wê BDP kare vê bratîyê xirab bike”  filan û fîstan.

Erê welle. Projeya bratî û yekîtîya netewî! Wey merheba ji vê projeyê re, ji vê bratîya sexte re!

Law oxlim, ji sala 1071ê ve hûn van “projeyên bratî û yekîtîya netewî” dixin jiyanê, ma dawî li van projeyên we nayên cîgerim?

Projeya “Bratî û yekîtîya netewî” ha?

Kuro law hewce nake hûn proje û mrojeyên bratî û yekîtîya netewî derxin holê û mesrefa xwe bikin qardaşim, va ji xwe PKK û HAK-PAR dibêjin “Kurd û Tirk wek goşt û hestî ne, em naxwazin ji Tirkan veqetin, em Kurdistanek serbixwe naxwazin” û projeyên bratî û yekîtîya netewî çêdikin babam, çima hûnê mesrefek zêde li projeyan bidin û butçeya dewletê kêm bikin sayin Receb? Ma xwedê ji we stendiye? Va Kurd bi xwe xizmetê ji projeyên we re dikin wî…..

Werhasilî kelam, Erdogan “Projeya bratî û yekîtîya netewî” derxistiye holê, PKK û xalê me Fehmî Demîr  ê HAK-PAR ê jî belaş, bê pare vê projeya Erdogan dixin jiyanê û dibêjin “Kurd û Tirk wek goşt û nenûkê ne, em Kurdistanek serbixwe naxwazin, Demokratîk Cimhûrîyet û Federasyon çêtir  in, netew-dewlet bi kêrî Kurdan nayê” û hefsar dixin stuyê Kurdên xwelîser.

Îcar ka bêjin qurban:

Kîjan proje baş e?

Projeya Kasimpaşalî Receb, yan projeya PKK û xalê me Fehmî Demîr?

Yan herdu jî şorba nîskê ne?

Enqere

About The Author