1-) Ji mêranî ketîye, li ber xwe dikeve…
2-) Pere di misilmantîyê de nemaye, dixwaze derbasî xiristîyanîyê bibe, lê xiristîyan wî qebûl nakin, lewma…
3-) Xwe li ber dilê Kurdên kêmaqil şêrîn dike, da ku bi wan vede…
4-) Dilê wî ketîye karxezalekê, lê dilê wê karxezalê jî di yekî din de ye, lewma jî ji sibê heta êvarê li stranên Muslum Gurses guhdarî dike…
5-) Bêrîya xwarina masîyan a li Stenbolê kirîye…
6-) Demsal zivistan e û zikê wî dêşe, lewma jî pêwist e her ji çend deqeyan destmêja xwe bi ava cemidî nuh bike, ew jî zora wî diçe…
7-) Pîvaz hûr kirîye, lewma jî çavên wî dişewitin…
😎 Meha remezanê nêzîk bûye, lewma jî ketîye dahdoleka girtina rojîye. Negre nabe, bigre nabe…
9-) Erdogan lotikek li karîzma wî xistiye, li ber popîlertîya xwe dikeve…
Her kî rast bibersivîne, ew ê misînekî destmêjê yê sifir û elemyon qezenç bike. De fermo, li benda bersivê we me…
Bûrsa