Jun 3, 2012

Ala Kurdistanê ket nav alên dinyayê

  • by Lotikxane
  • 7 Years ago
  • Kadîn
  • 286 Views
  • 4

Li „Muze“ya bajarê Ludenscheîd a Almanya, çalakîyek balkêş li dar ket û di vê çalakîya bajêr de Kurd bi ala xwe hatin temsîlkirin. Li muzeyê jiyan, adet û toreyên biyanîyên ku li wî bajarî ne di muzeyê de hatin pêşkêşkirin. Şaredarê bajêr, profesor û doktorên navdar beşdarî vê çalakîyê bûn û li ser siyaset û helwesta dewleta Alman û biyanîyan axivîn.

Bi taybet bi helwest û xebata siyasetmedarê Kurd Yasîn Kut, Kurd jî di vê çalakîyê de hatin temsîlkirin û ala Kurdan, ala rengîn, di nav alên dinyayê de cîh girt û li ser cam û pencereyên muzeyê hat daliqandin.

Almanan bi baldarî û kêfxweşî temaşeyî al, cil û berg û wêneyên Kurdî kirin û dilxweşîya xwe anîn zimên. Ev lotik lotikek pîroz û bimbarek bû û birastî jî serê me di nav Alman û biyanîyan de bilind kir.

Em bi navê Partî Demokratî Lotikxane kekê xwe Yasîn Kut pîroz dikin, çavên wî radimîsin, jê re xebat û lotikên xurttir dixwazin. Hêvîdarin li bihuşta rengîn rebbê alemê 71 horîyên bihuştê bike qismetê Yasînê me..

  • facebook
  • googleplus
  • twitter
  • linkedin
  • linkedin
Previous «
Next »

4 Comments Already

  1. serxérébe rebÎ

  2. ez pe serbılındbun gelek spaz jı yasin kut
    go ala kurdistane le naw alamana hılda gelek spaz

    bırete halim

  3. Her bijî Yasin

  4. go careki birekik zarok jêre cênedbun pisti pirbu nu kwireki wê cêbu cu nav zaroka leist eu u yeki bihevcun wi zaroki got ezê kuteme diya te wiji bazda cu kote ciyaxe rabu ciya wi liliyand go cima ti dililinê got u tali tistikê meji cu nav ê xelke vêce tali ala meji cu nav alê xelke

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht.

Diese Website verwendet Akismet, um Spam zu reduzieren. Erfahre mehr darüber, wie deine Kommentardaten verarbeitet werden.

%d Bloggern gefällt das: