10 deve, 10 dîk û 10 mirîşk

Rayedarên Amerîkayê ji bo 7 serokên rêxistina Eşşebab a Somalî 33 milyon dolar xelat danîbûn. Rêxistina Eşşebab a Somalî wek hevkarê rêxistina El Kaîdeyê tê naskirin û li Somalîyê terorek mezin pêk tîne.

 Piştî danîna xelatê, serokek ji serokên rêxistina Eşşebab Fûad Muhammed Halef, henekê xwe bi serokê Amerîkayê Barack Obama û wezîra derve Hîllary Clînton kir û ji bo girtina wan xelatek mezin pêşkêşî awira gelemperî kir.

Li gora ku Fûad Muhammed Halef gotiye, kesê ku cîh û navnîşana Barack Obama û Hîllary Clînton eşkere bike, wê rêxistina Eşşebab ji bo Obama 10 deve û ji bo Clînton jî 10 dîk û 10 mirîşkan wek xelat bide wan.

Çi xelatek mezin û qedirgiran ne?

10 deve, 10 dîk û 10 mirîşk?

Rayedarên Amerîkayê 33 milyon dolar xelatê didin, Fûad Muhammed efendî jî 10 deve, 10 dîk û 10 mirîşkan dide!

Werhasil, Amerîka ji bo girtina 7 serokên rêxistina Eşşebab 33 milyon dolar xelat dide. Rêxistina Eşşebab ji bo girtina Barack Obama û Hîllary Clînton 10 deve, 10 dîk û 10 mirîşkan xelat dide.

Û Lotikxane çi dide?

Em jî ji bo girtina her 9 serokên Amerîka û rêxistina Eşşebab 5 elok, berxikek, bizinek û dehşikekî dikin xelat qurban.

De ya allaaahhh û ya xwedêêêêê….

Wan bigrin radestî Lotikxanê bikin û xelata xwe bistînin…

Somalî

About The Author