Dixwazin namûsa „Lehmecûn“ê jî biherimînin

Navê wê li ser e, „lehm-ecîn“.  Bi Erebî „lehm“ goşt e. Ecîn jî hûrgoşt e, ji eciqandinê tê. Yanî xwarina goştê hûrkirî, yan jî goştê eciqandî.

Osmanîyan lehmecîn ji Beyrûdê bi xwe re anîne Tirkiyê û ji wê demê û virde wek xwarinek hezkirî tê xwarin. Bi eslê xwe xwarina Ereban e. Lê Tirkan wek her tiştî ew jî kirine „xwarina Tirko“ û li ser koka wê rûniştine. Lê xwelîya heft gundan li serê Kurdên me yên Ewrûpayê be, Kurdên me yên Ewrûpayê ji bo çend qirûşên zêde qezenc bikin û ji bo dilê mişterîyên Tirk ji xwe nehêlin, lehmecûna Ereban ji Tirkan re kirine mal, bi namûsa wê lîztine, ew asîlmîle kirine û navê wê kirine „Turkîşhe Pîzza – Pîzza Tirkan“. Wey tifûûûûûûûû li vê helwestê be, li vê bêxîretîyê be, li vê kompleksa koletî û bindestîyê be!

Axir, mesela me li ser lehmecûnê bû.

Serokê Rêveberîya Dezgeha Sahan Tahîr Tekîn Oztan û Alîkarê Serokê Beşa Gastronomî û Hunera Midbexê ya Zanîngeha Entabê Doç.Dr.Îlkay Gok, dibêjin ku Ermenî xwedî li lehmecûnê derdikevin û dixwazin di qada navnetewî de patenta wî bistînin û ji xwe re bikin mal. Lê lehmecûn xwarinek Tirkan e û divê destûr neyê dan ku Ermenî lehmecûnê bikin malê xwe, divê em bilezînin û patenta lehmecûnê li ser navê Tirkan qeyd bikin.

Ermenîyên dîasporayê di „6th Central European Congress on Food“ de lehmecûn wek „Pîzza Ermenîyan“ dabûn nîşandan. Xuyaye evê lotikê bala Tirkan kişandiye û acizbûne çima ku Ermenîyan lehmecûn kirine Pîzza Ermenîyan.

Hûn dibînin ne wilo?

Tirk lehmecûnê dikin „Turkîş Pîzza- Pîzza Tirkan“.

Ermenî lehmecûnê dikin „Armenîan Pîzza- Pîzza Ermenîyan“.

Û em Kurd çi xwelîyê li serê 101 bavê xwe dikin?

Li şûna ku em jî bêjin „Kurdîş Pîzza-Pîzza Kurdî“, em radibin rûn li ser nanê dijminê xwe dikin û lehmecûna reben dikin „Turkîş Pîzza“ filan û jehr û ziqûm.

Werhasilî kelam, namûsa lehmecûna Ereban, namûsa lehmecûna reben di destê Tirk, Kurd û Ermenîyan de bûye pênc qirûşên xirabe.

Heke sibê dusibê Tirk ji „kutilkên Kurdî“ re jî bêjin „Turkîş kutilk“ qet ecêbmayî nemînin qurban. Çawa be em Kurd sersar û xemsar hebûn û nebûnê xwe ne. Me welatek li ser sersarî û xemsarîya xwe kiriye, ma kutilkên Kurdî jî biçin xema xirrê kê ye looooooooooo!

About The Author