Bizava Partîya Kurdistanê

V E X W E N D I N JI BONA CIVÎNA GIŞTÎ !

Heval û Dostên Hêja !

Li Diyarbekirê, civînek giştî, bi vexwendina Birêz M. Emîn Kardaş, bi şîara “Kurdistan a me hemûya ye, pêdivî heye ku em bi hev bişewirin û bi hev re biryar bidin”,  di 05.06.2010’an de pêk hat. Zêdeyî 100 Kurdperweran kes beşdarî civînê bûn. Piranîya wan kesan navdar û xebatkarên Tevgera Kurdistanê bûn.

Di civînê de li ser 2 xalên bingehîn hat rawestandin: Gelek bîr û rayên girîng, hêja, qedirbilind hatin ser zimên.

Di xala yekemîn de: Rewşa sîyasî ya dinyayê, ya rojhilata navîn, ya Tirkiyê û ya Kurdistanê hat şirovekirin; li ser mafên miletê Kurd hat rawestandin. Di xala duyemîn de:  Rewşa rêxistinên Bakurê Kurdistanê hat şirovekirin û nirxandin. Li ser pêdivîya tevger an partiyek nûjen, karaktêr û prensîbên wê partiyê hat rawestandin. 

Di heman dem de biryar hat girtin ku grubek xebatê ji 9 kesan ava bibe. Ev grûba xebatê: 1- Peymanekê, girêdayî pêşniyarên ku di civînê de hatinekirin, amade bike, 2- Dema ku li ser peymanê li hevdu hat kirin, xebat û grûba xwe jî bi nav bike.

Grûba xebatê, di 19.06.2010’an de li Tatwanê civîna xwe ya yekemîn pêk anî. Grûba xebatê encama civîna xwe:  a- Peymanek bi yekdengî amade kir, b- Gorî armancên xebata hatiye destpêkirin, wek “BIZAVA PARTIYA KURDİSTANÊ” û xwe jî bi “Rêvebiriya Bizava Partiya Kurdistanê” bi nav kir, c- Peymana hatiye amade kirin, ji beşdarên civîna giştî re hat şandin û bîr û rayên wan hatin girtin; peyman di 26.06.2010’de, di civîna duyemîn ya Rêvebiriya Bizava Partiya Kurdistanê de bû biryar.

Rêveberiya Bizava Partiya Kurdistanê li gelek herêman, bi gelek kesan û bi hawîrdorên siyasî re danûstandin kir. Piştî wan danûstandinan biryar da ku “partiyek mîsyonî” ava bike. Girêdayî vê biryarê dest bi amadekariyê kir. Ew amadekarî hatiye merheleyekê. Loma Rêveberiya Bizava Partiyê biryar girt ku li Amedê civînek giştî li dar bixe û di civînê de hemû pirsan niqaş bike û bigihije encamê.

Emê bi beşdarîya we ya civîna giştî kêfxweş bibin. Em ji bona we serkeftin û bextewarî dixwazin.

                                     Rêveberiya Bizava Partiya Kurdistanê

Cî: Kaplan Düğün Salonu İstasyon Cad. Carrefour Bitişiği – Diyarbakır Tel: 0412- 226 06 63

Dem: 30 Hezîran 2012,  Seat: 10:00

About The Author